Li aqûbeta wendayan hat pirsîn

Şubeya ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windakiriyan di çalakiyên xwe yê vê heftê de di şexsê helbestwan Tanile Varujan de aqîbeta kesên ku di komkujiya Ermeniyan de hatin wendakirin pirsî û li Êlîhê jî li aqûbeta Îzzet Seven hat pirsîn.

Navenda Nûçeyan – Şaxa Komîsyona Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan çalakiya “Bila Windakirî bên dîtin, kujerên wan bên darizandin” di hefteya 741’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bûn hate vekirin û aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan hat pirsîn ku di sala 1915’an de hatibû windakirin. 

Li aqûbeta helbestwan Tanile Varujan hat pirsîn

Endama komisyona wendahiyan ya şubeya amedê a IHD Firat Akdenîz got “Em jibîr nakin nadin jibirkirin” û çîroka jiyana Tanile Varujan xwend.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku di 24’ê Nîsana 1995’an de di operasyonên ku bi fermana Wezîrê Karê Hindur ya hikumeta Îttîhat û Terakî Talat Paşa, Ermenî hatine binçavkirin û kesên hatine binçavkirin destpêkê birine qereqolê û paşê neqlî Girtîgeha Navendî ahtine kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di 25’ê nîsana 1915’an de bêyî agahiyekê bidin wan, li Haydarpaşayê li trêneke taybet hatin siwarkirin û ber bi Enqereyê ve ketin rê. Koma ji 158 kesan pêk dihat li Çankiriyê, koma ji 92 kesan pêk dihat jî birin Ayaşê. Ji van mirovan 174 kes jê dema di bin çavdêriya cendirme û polîsan de, li daristanê bi hovane hatin qetilkirin. Cenazeyên wan li erdê hatin hiştin. Heta kêleke wan jî nîne. Di qeydên fermî de tê gotin ku yan firar kirine yan jî hatine berdan. Windakirina rewşenbîrên Ermen, li ser vê xakê bû destpêka windakirinên komî.” 

 ‘Li gel wî, helbestên wî jî tune bûn’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji kesên di 24’ê Nîsanê de li Stenbolê hat binçavkirin Tanile Varujan e û wiha hat gotin: “Di 26’ê tebaxa 1915’an de li gel 4 hevalên xwe yên din, di bin çavdêriya cendirme û polîsan de ber bi Çankiriyê ve ketin rê. Ji tecrûbeyên xwe yên berê dizanî ku ev rêwîtî, rêwîtiya mirinê ye. Lewma yên çûyîn ji yên mayîn re gotin; ‘Ji yên mayîn re bibêjin em diçinb mirinê, bila li êtîmên me baş binêrin.’ Konvoy, nêzî gundê Tuney ê girêdayî Kalecîk a Enqereyê bû û komeke çeteyên bi organîze êrişî wan kir. Lê cendirme û polîsan tenê temaşe kirin. Tanîel Varujan û 4 hevalên xwe bi hovane hatin qetilkirin, cil û bergên wan û pereyên wan hatin dizîn. Her wiha lênûska Varujan a xebatên nû jî pê re bû. Li gel wî, helbestên wî jî tune bûn.”

Di daxuyaniyê de di şexsê Varujan de ji bo hemû kesên hatin windakirin û bûne qurbaniyên cînayetên kiryarnediyar, çalakiya rûniştinê ya bi deqeyan hate lidarxistin. 

Li Êlihê aqûbeta Îzzet Seven hat pirsîn

Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 577’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin hav hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îzzet Seven hate pirsîn ku di nîsana sala 1998’an de li Êlihê hatibû windakirin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.