Li Semsûrê piştî 40 rojan ji bin kavilan de cenazeyek din hat derxistin!

Li ser erdhejê re 40 roj derbas bû, li Semsûrê dibin kavilan de cenazeyek hat derxistin. Bajarê ku vegeriyaye bajarê bê kes û cenazeyên bê kes, di fermiyetê de hîna ne diyare kê jiyana xwe ji destdaye û kî jiyan dike.

MEDİNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li Semsûrê piştî erdhejê nêzî hezar û 400 avahî hilweşiyan, beriya dû rojan erebeyek ku dibin kavilande cenazeyek yê meran têde hat dîtin. Li avahiya ku li taxa Cumhuriyet ya li ser cadeya Muftuluk di dema xebatên rakirina kavilan de cenazeyê ku hatî dîtin, piştre radestî malbatê hat kirin. Li gor ideaya hemwelatiyên ku li wê taxê jiyan dikin, di bin kavilan de cenazeyek din jî hatiye dîtin. Cihê ku li ser avahiyê 3 caran hatibû qontrolkirin îfadeya  serdozgeriya Cumhuryetê ji ber çavan nayê veşartin. Li bajarê ku du zarok winda, bi dehan cenazeyên bêkes lê hene xebatên rakirina kavilan bê navber didome. 

Piştî 40 rojan hat derxistin

Di 17’ê Adarê de li taxa Cumhuriyetê di dema xebatên rakirina kavilên avahiyên hilweşiya de cenazeyê mêrekê hat derxistin. Hemû serlêdanên malbatê bê bersîv mane û Niyazî Bilgiçê ku 40 rojan lê digeriyan di nava erebeyê de jiyana xwe ji dest dayî di bin kavlan de hat dîtin. Der barê mijarê de me xwe gihand hemwelatiyên li taxê û diyarkirin ku hemwelatiyên taxê bi caran gotin dibin kavilan de dû cenaze hene û gotin avahî hatiye kontrolkirin û hina jî cenazeyek dibin kavilan de maye û diyarkirin ku bi dehan kavilên avahiyên ku nehatine rakirin hene.

‘Bi dehan cenazeyên ku nehatine teşîskirin hene!’

Li bajar ku hîna hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane ne eşkereye, ji bo eşkere kirina wê muxtar, şaredarî û walîtî ji ber ji bin kar derneketin biryara serjimêriya giştî dan. Li gor zanyariyên me girtine rayedaran heman kes dû caran mirî nîşan daye, gelek kesên ku jiyan dikin weke jiyana xwe ji dest dayî didin nişandan. Hîna negihane hêjmarek eşkere ya kesên ku di erdehejê de jiyana xwe ji dest dane. Piştî erdhejê li bajar çar gorîstanên ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane hatine çêkirin tije bûne. Gelek kesên ku jiyana xwe ji dest dane li goristanên komî hatine veşartin û hêjmar dane ser goran hîn jî nasnameyên gelek kesan nehatiye eşkere kirin. Hat zanîn ku hîna zêdeyî 30 kes bê kesin, ji bo zanyariyên der barê nasnameyê de dozger hevgirtina DNA çêkirin û hat zanîn ku kesên ku hevgritina wan ya DNA çênebûne gorên wan hatine vekirin.

Ji bo Hîranura ku DNA ya wê eşkere nebûye, çareserî vekirina gorê ye

Ji derveyî cenazeyên bê kesan li Semsûrê cenazeye winda jî hene. Ji dû zarokan ji erdhejê heta niha tu xeber nayê girtin. Hîranûr Tumsavaşa 12 salî û Furkan Alp Aslan yê 3,5 salî di roja erdhejê de ji bin kavilan bi awayek birîndar hatibûn rizgarkirin û xistibûn erebeyek sipî ku di rêde diçû birin nexweşxanê. Ji wê rojê heta niha tu xeber ji wan herdû zarokan nayê girtin û nayê zanîn li kuderê ne. der barê mijarê de me ew hevditina ku bi malbatê re kirî diyarkirin ku tu cihek nemaye lê nepirsîne, lê belê tu xeber ji zarokan negirtine. Ji bo Hîranura ku hemû malbata xwe winda kirî xaleta wê Funda Oznacar da zanîn ku DNA dane û wiha got: “Ew DNA ya ku me daye gotin encamek tam nade. Ji bo em keça xwe bibînin niha yekane çareserî gora dayika wê vekin û DNA bigrine. Ji derveyî wê tu nexweşxane nemaye ku me pirs nekirî, lê me tu xeber negirt.”

‘Min Ihtimala menzil jî lêkolîn kir’

Bavê Furkan Alp Aslan, Ugur Aslan îdea kir ku kurê wê di roja yekem ya erdhejê de bi awayek birîndar ji bin kavilan hatiye derxistin û rakirine nexweşxaneyê û ji wê rojê heta niha tu xeber ji Furkan ne girtine.  Ugur Aslan destnîşan kir ku li ser ideaya zarokên li bajar birine tarikata Menzîl lêkolîn kiriye û bi bîrxist ku di konên tarîkatan de ne dîtine û wiha got: “Li wêderê gelek zarok li gel malbatên xwe hene, lê belê kurê min ne li wêderê bû. Em tu xeberekê jê nagrin, ev 40 roje derbas bû ne li cihekê ye.”

Peravên deryayan vegariyan çiyayên kavilan!’

Li bajar ji derveyî van hemûyan xebatên rakirina kavilan berdewam dike, gelek kamyon kavilan dibin peravên deryayan. Peravên deryeyên yên vegeriyane çiyayê kevilan, ji roja 5’an ya erdhejê dest bi avêtina kavilan kirine. Hat zanîn ku kavilên ku li gundan radikin di avêjin ketina gund yan jî qontarên çiyayan.