Li Sela yê du jê zarok şeş kes şewitandî hatin dîtin
Li bajarê Sela yê du jin û du zarok û du mêrên hemû ji yek malbatê şewitandî hatin dîtin.
HENAN HART
Mexrib - Li gorî çavkaniyên ku ajansa me xwe gihandinê, 6 laşên şewitandî di hundirê xaniyekî li taxa El-Rehme li bajarê Sela yê ku dikeve li rex paytex Rebat, hatin dîtin.
Tiliyên derdorê tawanbarê bûyherê xortek ji malbatê nîşan dike, dibe ku wî ev tewana ku du jin û du zarok ku hîn yek ji wan temenî wî nebibû du heyv qetil kiribe.
Li gorî heman çavkaniyê, tawanbar despêkê ew şerjêkirin pişre jî agir berda wan di malê de ew şewitandin û ser de jî hewilda tewana xwe ya hovane veşêre. Dema ku cîran bi agir hisyan, agahî dan karmendên parastina sivîlan. Dema welatiyên hatin cihê bûyerê dixwestin agir vemrînin, bi dîtina termên ku bi çekekî spî hatine kuştin û şuşeyek benzînê matmayî man. Ji ber vê yekê hate eşkere kirin ku tawanbar bi benzînê ew şewtandine piştî kuştinê.
Tîmên Neteweyî yên polîsê Dadwerî ragihand ku wê bi hevahengî digel Desthilata Herêmî ya Polîsê Dawerî li bajarê Sela û di bin çavdêriya Serdozgeriya Komarê de, lêgerînek dadwerî vekir da ku rewş û mercên tawanê diyar bibe.
Midûryeta Giştî ya Ewlehiya Neteweyî di daxuyaniya ku duh 6'ê Sibatê hate wişandin de ragihand ku dema ji karmendên Polîsê Dadwerî re hate ragihdin ku dest bi lêgerînê bikin, çûn wê malê, cenazeyên ku li ser wan şopên birînên bi tiştekî tûj birîne hene û şewatî hate dîtin.
Dîrektoriyê diyar kir ku daneyên destpêkê nebûna nîşanên berbiçav ên şikestinê li ser derî û pencereyên xaniyê du-qatî, ku du kûçikên cerdevan tê de ne, diyar dikin. Teknîkên polîs heya seta amedkirina nûçê jî li cihê bûyerê bi armanca berhevkirina hemî agahiyan da ku rewş û paşnavên kirina tawan were diyar kirin, lêkolînên teknîkî didomînin.
Heya neha jî nayê zanîn nasnama tewanbar diyar bûye yan na, ew ketiye destê hêzên ewlehiyê yan reviyaye.