Li şehbayê rêzecivînên ji bo 8’ê Adarê des pê kirin
Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Efrînê bi alîkariya Rêxistina Kongreya Star û di bin dirûşmeya "Tekoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" rêzecivîn çêkirin.
Şehba- Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Efrînê bi alîkariya Rêxistina Kongreya Star û bi dirûşmeya "Tekoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" dest bi rêzecivînên derbarê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî kirin. Rêzecivîn li her 5 kampên koçberan ên Şehba yê Berxwedan, Serdem, Veger, Efrîn û Şehba, her wiha li navçeyên wê hatin çêkirin. Bi dehan jinên sazî û dezgehên civakî tevlî civînan bûn, her wiha girîngiya Roja Jinan a Cîhanî 8’ê Adarê bi tevahî jinan re hate parve kirin.
Têkildarî rêzecivînan Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Leyla Îbiş nêrîna xwe bi me re parve kir.
'Pêwîst e hemû jin girîngiya 8’ê Adarê nas bikin'
Leyla Îbiş boneya 8'e Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Rêzeçalakiyên 8'ê Adarê yên li şehbayê hatine despêkirin wê despêkê di çarçoveya civînan de be û dê li tevahî navçeyên me bên çêkirin. Em dixwazin her jinek wateya 8'ê Adarê nas bike. Tekoşîna jinan li hember sîstemên desthilatdar hebûna jinan mayinde dike. Em êdî serî natewînin, fikrê Rêber Apo hêza bingehîn e ji bo têkoşîna me. Bi rihê 8'ê Adarê tekoşîna me li hember dagirkeriyê didome. Pêwîst e hemû jin girîngiya vê rojê nas bikin."