Li Rûsyayê di gulebaranê de 9 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li dibistanek a herêma Qazan a Rûsyayê di gulebaranê de 9 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 zarok jî birîndarbûn û rewşa 6 birîndaran jî girane.

Navenda Nûçeyan – Li dibistanek a herêma Qazan a Rûsyayê di gulebaranê de 9 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 zarok jî birîndarbûn. Hat hînbûn ku rewşa 6 birîndaran jî girane. Di dîmenên li ser turên civakî hatine parkirin de di dema gulebaranê de zarok xwe ji paceyên dibistanê davêjin ji bo bikarin xwe xelas bikin. Li gorî tv yek Rusiyayê 2 zarok dema xwe ji paceyên qata duyem a dibistanê davêjin jiyana xwe ji dest didin.
Li gorî agahiyan gumanbarê  bûyerê ciwanek 19 salî hatiye girtin.