Ji Xwendekarên Yekbûyî berteka li hember biryara derbarê perwerdê de

Serokê Rêxistina Karûbarên Xwendekaran a li Îranê, ragihand ku biryara li ser gelo dersên lîsansê dê di dema pêş de bi awayek rûbirû bê dayîn an na, dê aydê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî be.

Navenda Nûçeyan – Serokê Rêxistina Karûbarên Xwendekaran Saîd Habîba, di hevpeyvîna daye medyaya herêmî de diyar kir ku biryara li ser ka dersên lîsansê dê di dema pêş de rûbirû an ji dûr ve bê dayîn, ne di çarçoveya Wezareta Zanistê de ye. Saîd got ku ji hêla Lijneya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ve dê bê diyarkirin. Saîd Habîba, diyar kir ku Wezareta Zanistê dixwaze dersên lîsansê bi awayek rûbirû bê dayîn û divê zanîngeh xwe ji bo destpêkirina sala akademîk bi dersên rûbirû re amade bikin, lê belê biryara dawî li ser vê mijarê dê ji aliyê dezgeheke din a erkdar ve bê dayîn.

Daxuyanî bû sedema rexneyan

Ev daxuyaniya serokê Rêxistina Karûbarên Xwendekaran ku wek ewlekarîkirina zanîngehan tê binavkirin, erkê biryardanê li ser mijarên bingehîn ên perwerdehiyê ji destê saziyên peywendîdar derdixe û dewrî saziyên ewlehiyê tê kirin, bû sedema rexneyan.

Qenala Telegramê ya Yekîneyên Xwendekaran, daxuyaniya Serokê Rêxistina Karûbarê Xwendekaran rexne kir û wiha nivîsand: “Diyarkirina çarenûsa perwerdehiya bi hezaran xwendekaran a ne bi pîvanên perwerdehî, xizmetguzarî û zanistî ya ji hêla Lijneya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ve, berdewamiya meyla ku di salên dawî de mîsogerkirina ewlehiya zanîngehan, derxistina xwendekaran û bêparkirina xwendekaran ji perwerdehiyê, danîna têkiliyan bi rêxistinên serbixwe re û sînordarkirina qada zanîngehê tê şopandin e.”

Fikarên xwendekaran zêde bûne

Qenalê her wiha ragihand ku, di hefteyên dawî de bi zêdebûna krîzên welat ji şer û bêewlehiyê bigre heta krîza enerjiyê - fikarên xwendekaran li ser ka dê dema bê çawa be zêde bûne. Lê li şûna şefafî û hesabdayînê, rayedar dibêjin ku biryara dawî li derveyî kontrola Wezareta Zanistê ye û di destê saziyên ewlehiyê de ye.

Xwendekarên Yekbûyî wiha got: “Zanîngeh saziyek perwerde û zanistê ye û biryarên derbarê perwerdehiyê de divê ne li ser fikarên ewlehiyê û biryarên saziyên ku berpirsyariya rasterast ji bo kalîteya perwerdehiyê û jiyana xwendekaran tune ne be. Divê li ser bingeha berjewendî, nêrîn û mafên xwendekaran bin. Ji bilî tepeserkirin û kuştina xwendekaran, ti demboriyek wan nîne.”