Li Rojhilatê Kurdistanê bi şev çalakî berdewam dikin
Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazên cuda serhildana xwe berdewam dike, çalakiya gel a bi şevê berdewam kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230223-20230223-20230223-atradat-shban2023-2-23-jpgea04a3-image-jpg85b612-image-jpg26131a-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Serhildanên gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi qetilkirina Jîna Emînî re bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dest pê kirin li tevî hemû zextan jî bi mehan e berdewam dikin.
Şeva din li Ahwaz, Şîraz, Gurgan, Kazwîn, Tahran, Sine, Kirmanşah, Urmiye, Îlam, Kamyaran, Seqiz, Mahabad, Dîwandere, Bicar, Dehlan, Gurve, Serdeşt Îsfahan, Kum, Meşhed, Mazanderan, Buşehr, Kirman, Azh û gelek bajarên din gel daket qadan û belavok belav kirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta rejîm hilneweşe wê çalakiyên xwe berdewam bikin.