Li Rojhilata Navîn sûcê bi sîstematîk: Qirkirin
Rehenda êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê wek 'qirkirin' tê pênasekirin. Tevî ku wek 'Qirkirin' hatiye qebûlkirin jî hê kes ji sûcan nehatiye darizandin.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Tiştên ku piştî dewleta Tirk di 5’ê Cotmehê de êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir û operasyona Hamasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Îsraîlê da destpêkirin, mirov dikare bibêje ku mirovahî xala xwe ya dawî dijî. Dema di êrîşên Îsraîlê de Xeza hat hilweşandin, bi hezaran zarok û jin li ber çavên hemû cîhanê hatin qetilkirin. Mal, dibistan, mizgeft, dêr û nexweşxane hatin bombebarankirin. Li hemberî êrîşên Îsraîlê pênaseya "sûcê şer" nebes e. Xeza tê bombebarankirin û qeyrana mirovî didome.
Tiştên ku di rojên dawî de li Rojhilata Navîn ku bi taybetî wek “zeviya mayînê” tê pênasekirin diqewimin dê heta ku derê biçe qet nayê zanîn. Aktorên kûrewî û herêmî guherîn, perçeyek ji vê nakokiyê û encamên wê nayên texmînkirin. Ji aliyekî vê tiştên li Xezayê tên jiyîn û ji aliyekî vê jî bombebaranên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên pêkanîn, pênaseyên qirkirin û sûcên şer ji nûve anîn rojevê. Belê di demeke ku tiştên diqewimin ewqas zelal û bi îsbat in, çi wateya qanûnên sûcên tên pênasekirin heye? Bêdengiya kûr a saziyên navneteweyî yan jî daxuyaniyên wan ên ku ji bilî şermezarkirinê nayên pêkanîn, dikarin çi çawa asteng bikin? An jî dikarin asteng bike? Me di nûçeyên xwe de, hewl da perdeya li ser hemû heqîqetê bikşînin û bal kişand ser sûcên qirkirinê yên ku hema bibêje her şîrovekar, pispor an jî hin rayedaran anîn ser ziman.
Sûcê qirkirinê çi ye?
Di rastiyê de “têgeha qirkirin” heta Şerê Cîhanê yê 2’emîn tu carî nehatibû bikaranîn.
Di dema Şerê Cîhanê yê 2’emîn de, bi taybetî jî kiryarên hatin pêkanîn demeke wek 'sûcên bênav” hatin pênasekirin. Binavkirina van kiryaran encax piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn pekan bû. Qebûlkirina qirkirinê weke sûc, diyarkirina kiryarên qirkirinê pêk tîne û ji dewletan re hukme diyarkirina tevgerên ji bo tunekirina komên diyarkirî di bin sûcê qirkirinê de hat sererastkirin, bi Peymana Qirkirinê ya bi dîroka 1948’an re hat pêkanîn. Sûcê qirkirinê di Peymana Qirkirinê ya ku di sala 1948’an de hat qebûlkirin de tê pênasekirin. Li gorî peymanê qirkirin, wek sûcekî ku “bi mebesta tunekirina komeke neteweyî, etnîkî, nijadî yan olî bi tevahî yan jî beşek tê kirin” tê pênasekirin. Di nava kiryarên sûc ên ku qirkirinê pêk tînin de, kuştina endamên komekî, zirardayîna bedenî yan jî derûnî, ji bo tunekirina wan afirandina şert û mercên hatine sêwirandin, pêşîgirtina jidayikbûnê yan jî bi zorê veguhestina zarokan ji bo komên din heye. Dadgehên navneteweyî di sê dozan de pêkanîna qirkirinê qebûl kirin. Di nav van de Kemerên Sor ên Kamboçyayê di salên 1970’an de qetilkirina 1,7 milyon mirovên Çam û Viyetnamî; di sala 1994’an de li Ruandayê qetilkirina 800 hezar kesan ji aliyê Tutsî ve û di sala 1995’an de li Bosna Hersekê qetilkirina nêzî 8 hezar misilmanênli Srebrenîtsayê, wek pêkanîna sûcên qirkirinê tên qebûlkirin.
Divê sûcê qirkirinê çawa bê îsbatkirin?
Ji bo behsa qirkirinê bê kirin divê qurbanî bibin beşek ji nijadek cuda ya neteweyî, etnîkî, olî yan nijadî. Qirkirin bi gelemperî weke sûcekî ku îsbatkirina vê zehmet e tê pênasekirin lê îro tiştên ku li Xeza û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin ji aliyê hemû dezgehên çapemeniyê ve tên tomarkirin û helbet ev hemû dîmen û şahid wek delîl tên dîtin. Lê mixabin avêtina van gavan ji îro heta sibê pêk nayê. Mînak kiryarên Rûsyayê yên li Kirim û Ukraynayê hê jî di bin lêkolînê de ne. Tevî ku ji aliyê Rûsyayê ve bi hezaran sûcên şer hatine tesbîtkirin jî hê darizandin pêk nehatiye. Darizandina qirkirin û sûcên şer di raya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) û Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê de ye. Dezgeha darazê ya ku rayeya darizandina şeran heye, wek ICC’ê tê diyarkirin. Dozgerên li vir sûcên şer lêkolîn dikin. Ger sûc bên îsbatkirin, ji bo kiryar an jî kiryaran biryara girtinê tê derxistin. Lê her çiqas dadgehên navneteweyî biryara darizandinê bigrin jî binçavkirin û girtina kesan di rayeya dewletan de ye. Tevî kiryarên di dema Şerê Cîhanê yê 2’emîn de jî li dadgehên sûc ên hatine avakirin ji ber sûcê qirkirinê darizandin nehat kirin û ceza nehat dayîn. Cezayên ji sûcê qirkirinê, ji ber kiryarên ku di salên 1990’î de li Yugoslavyaya Berê û Ruandayê hatin pêkanîn, ji aliyê UCMY û UCMR’ê ve hatin dayîn. Bi dehan berpirsên payebilind ku berê hemû Hutu bûn, bi sûcê qirkirina li dijî Tûtsiyan hatin mehkûmkirin. Dadgeha NY-Kamboçya di sala 2018 de, du serokên Kemerên Sor ên Kamboçyayê bi sûcê qirkirinê sûcdar dît. Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Yugoslavya ya Berê jî hin navên kîlîd ji ber rola wan di qirkirina Srebrenîtsayê de darizand û der barê wan de mehkûmiyet da.
Darizandinên li bende ne
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî beriya niha ji bo serokê berê yê Sûdanê Omer El Beşîr bi sûcdariya qirkirinê biryara girtinê derxist. Doz hê jî li benda encamê ye. Hat zanîn ku dadgeh di heman demê de li ser kiryarên Myanmarê yên li dijî misilmanên Rohingya û tiştên ku li Ukraynayê qewimîn lêpirsîn dide meşandin. Tê diyarkirin ku encamgirtina dozan bi salan bidome.
Navekî din ê qirkirinê
Ger em dîsa behsa Xezayê bikin, niha Îsraîl Xezayê bombebaran dike û hemû kesan qetil dike. Dibistan, dêr, mizgeft û nexweşxane jî di nav hedefan de ne. Li herêmê cereyan tune ye. Kêmbûna hewcedariyên bingehîn û pêdiviyên bijîşkî rê li karesatên giran vedike. Dema ku Îsraîl dixwaze Xezayê vala bike, li aliyekî jî deriyên sînor tên girtin û gel asê maye. Dema Serokwezîrê Îsraîlê tiştê ku tevahiya cîhanê dîtiye wek "tenê destpêk e" pênase dike, di her axaftinê de mirin ji devê wî dibare. Guman nîn e ku encamên operasyoneke bejahî ya muhtemel hîn bêtir bi êş bin. Tiştên diqewimin wekî berdewamiya bûyera 'Neqba' (Kareseta Mezin) ku di şerê sala 1948'an de 750 hezar Filistînî ji cih û warên xwe hatin derxistin, bû sedema avakirina Dewleta Îsraîlê, tê binavkirin. Neqbaya îroyîn di cîhana îroyîn de navekî din ê qirkirinê ye.
Lêpirsîn bi encam nebû
Di sala 2014’an de Serokê Filistînê Mahmûd Abbas, bi îmzekirina Statuya Romayê ya peymana damezrîner a Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re pêvajoyeke nû da destpêkirin û dadgehê biryar da ku hiqûqa wê li ser herêmên Filistînê heye. Bi vî awayî rê li ber lêpirsînên muhtemel ên sûcên şer ên li Filistînê hatine kirin vebû. Li ser vê mijarê Filistînê serlêdan kir û biryara lêpirsînê hat dayîn lê dadgehê hê tu encam negirtiye. Îsraîl û DYA’yê ragihandin ku ew biryara lêpirsînê ya dadgehê nas nakin.
Sûcê qirkirinê li dijî Êzidiyan kirin
Ji ber ku li ser sûcên şer nehat sekinandin, beriya çend salan heman tişt li dijî Êzdiyan jî hat kirin. Li Şengalê beriya 9 salan di êrîşên DAIŞ’ê de bi hezaran kes hatin qetilkirin. DAIŞ’ê bi taybetî jinan hedef girt. Bi hezaran jinên ku hatin revandin, di ‘bazarên koleyan’ ên vê serdemê de hatin firotin. Bi sed hezaran Êzidî neçar man ku axa xwe biterikînin. Parlamentoya Ewropayê biryareke dîrokî da û di sala 2016’an de êrîşên DAIŞ’ê weke qirkirin pênase kir. Di biryarê de gotinên; “Qaşo Dewleta Îslamê, li dijî xirîstiyan, Êzidî û nijadên din û kêmaran qirkirine pêk aniye” cih girtin. Konseya Mafên Mirovan Neteweyên Yekbûyî jî di rapora ku di Hezîrana di 2016'an de weşand de diyar kir ku DAIŞ’ê li dijî Êzidî û kêmarên din sûcê qirkirinê pêk aniye. Piştî wê jî Suwêd, Luksemburg, Belçîka, Hollanda, Ermenistan û Elmanyayê jî êrîşa li ser Êzidiyan weke qirkirin nas kirin. Herî dawî jî Neteweyên Yekbûyî di salvegera 9'emîn a qirkirinê de diyar kir ku bûyerên li Şengalê bi awayê fermî weke qirkirine nas kiriye. Êzidiyan jî serî li dadgehê dan. Tirkiye jî di vê mijarê de sûcdar hat dîtin lê kes nehat darizandin.
Li dijî Rojava sûcên dermirovî didomin
Tevî êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve didomin jî tu pêşketin çênebû. Bi taybetî ji 5’ê Cotmehê ve heta niha êrîş zêdetir dibin, li herêmê santralên cereyanê, embarên erzaqan, binesazî, dibistan û nexweşxane hedef tên girtin. Di van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek ji wan jin û zarok bi sedan kes jî birîndar bûn. Ji sala 2012’an ve heta niha êrîşên li ser herêmê ji saziyên navneteweyî re gelek caran hatine ragihandin. Di rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser herêmê de behsa binpêkirinên mafan hat kirin. Her wiha behsa êrîşên hewayên Tirkiyeyê li ser Rojava û sûcên dijmirovî yên li bajar û herêmên dagirkirî çêdibin jî hat kirin. Di raporê de bal hat kişandin ku di encama êrîşên Tirkiyeyê de bi taybetî li herêmên Heleb, Hesekê, Reqa, Eyn Îsa û Til Temirê, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha behsa êrîşên Tirkiyeyê yên bi SÎHA’yan li ser Rojava pêk hatine jî hat kirin û bal hat kişandin ku di wan êrîşan de sivîl hatine hedefgirtin.
Li Xeza û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê gelên ku dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin, ji aliyê dewletên hegemon ve tên hedefgirtin. Li dijî van pêkanînan, dadgehên ku ji bo parastina mafan hatine avakirin, zagonên ku hatine derxistin careke din ji nava refên girtî tên derxistin û lêpirsînkirin.