Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê- Iraq

Çalakvanên Jin li Iraqê ji bo tundî bi hemû rêbazên xwe werin têkbirin teqezî li ser girîngiya hevkariya di navbera saziyên hikûmetê û rêxistinên civaka sivîl her wiha rêxistinên jinan kirin.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq- Di 25’ê Mijdara her sal de cîhan bi tevahî roja cîhanî ya têkoşîna li hember tundiya li dijî dadikevin qadan. Boneyeke armanc dike hişyariyê belav bike û tundiya li dijî jinan li tevahî cîhanê rawestîne.

25’ê Mijdarê rojeke derfetê vedike bal were kişandin ser azarên berdewam ên li dijî jinan. Girîngiya vê rojê ne tenê ji bo bîranînê ye lê belê bangeke cîhanî ye ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jin û zarokên keç ji ber tundî ne dozeke takekesî ye lê belê diyardeyeke civakî kûr e û pêwîstiya wê bi guhertineke cidî di siyaset û zagonan de heye.

Êrîşa zayendî û ya devkî ji cureyên tundiya li dijî jinan ên herî belav li Iraqê ne. Çi di nava saziyên hikûmetê, kolan û çi jî li malê be ji ber jin nikarin giliyê xwe bi fermî tomar bikin. Li gorî çavdêriya Iraqî ya mafên mirovan sedema nekarîna wan jî vedigere mijarên civakî ji ber vê yekê rewşên tundiyê zêde dibin.

Ji ber vê yekê divê jin û zarokên keç sînorê tirsê bişkînin û bazara li ser bedena xwe red bikin her wiha kesê tundiyê bike teşhîr bikin. Weke mînak; çawa lîstikvana jin Hîbe Mihemed ya 22 salî ya ku destdirêjî lê bû kesê tundî lê kir teşhîr kir divê her kes wisa bike.

‘Jin di derfetên kar û perwerdeyê de rûbirûyî cudakariyê tên’

Seroka komeleya jin û zarokan li Bexdayê çalakvan Sebah Welîd got: "Rewşa jinan li Iraqê gelek zehmet e. Tevî ku li welat hin sazkirin hene jî lê belê hîna jî jin li hember gelek qeyd û zincîran di gelek waran de dimînin mîna tundî, cudakariya di kar de û zehmetiya gihîştina edaletê. Rewş li Iraqê tevlihev e û di gelek zehmetiyên cûrbecûr de ye jî. Di nav de nakokiyên leşkerî, gendelî û têkçûna aborî jî. Ev hemû rewş bandoreke mezin li jin û zarokan dike. Zêdetir dihêle li hember tundiyê û mehrûmkirina ji xizmetên sereke bimînin. Her wiha jin di krîzan de barê herî giran radikin ser milê xwe û rûbirûyî cudakariyê di derfetên kar û perwerdeyê tên."

‘Zagonên cudakariyê hene’

Sebah Welîd der barê rewşa jinan û azadiya derbirînê li welat wiha anî ziman: "Tevî hin pêşketinan jî lê belê rewşa jinan li Iraqê hîna zehmet e. Tundiya li dijî jinan zêde dibe û azadiya derbirînê paşde vedigere her wiha zagonên cudakariyê hene. Tevî wê jî tevgerên jinan hene ji bo guhertina vê rewşê kar dikin. Tundiya li dijî jinan li Iraq û Başûrê Kurdistanê diyardeyeke belav e. Jin di bin navê "Şerefê" de tên qetilkirin an jî bi sedema çalakbûna wan li ser torên medya dîjîtal an jî ji ber hevrêyê jiyana xwe hilbijartine tên qetilkirin.”

Di bin navê ‘şerefê’ de qetilkirin zêde dibe

Sala borî rêxistina Human Rights Watch raporek belav kir têde daxuyaniya taybet bi Neteweyên Yekbûyî ya tundiya li dijî jinan derxist têde dibêje; ji sala 1991an ve heta sala borî derdora 4 hezar jin û zarokên keç bi sedema "Şerefê" li Iraqê hatine qetilkirin.

Li gorî çalakvanên jin malbatan jiyana jin û zarokên keç bi hinceta ‘şerefê’ bidawî dikin red dikin termên wan werbigrin û bi rengekî guncaw veşêrin. Termên wan li goristanên taybet û di gorên bê şahid tên veşartin mîna goristana li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê dikeve.

‘Zagona Rewşa Kesane dê bibe sedem ku tundî zêde bibe’

Sebah Welîd bal kişand ku welat di gelek krîzan re derbas dibe û gelek nakokî hene jibo Zagona Rewşa Kesane were sazkirin û wiha domand: "Sazkirinên pêşinyarkirî jibo Zagona Rewşa Kesane gefeke mezin ji destkeftiyên jinan re ne ji ber ev sazkirin dibe bihêlin mafê jinan di zewac, jihevberdan û bidestxistina zarokan de paş de werin avêtin û derfeta rûbirûbûyîna tundiyê yan jî xwekuştinê zêde dike."

Li Iraqê daneyên xwekuştinê  bi fikar e

Di Sibata borî de Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê zêdebûna rewşên xwekuştinê di nav refên jinan de li Iraqê tomar kir. Di sala 2021’an de 364 rewşên xwekuştinê hatin tomarkirin. Hejmar di sala 2022’an de zêde bû; 511 rewşên xwekuştin û hezar û 28 rewşên hewildana xwekuştinê hatin tomarkirin piraniya wan jin bûn. Di sala 2023’an de zêdetirî 700 rewşên hewildana xwekuştinê 400 ji wan zarokên keç bûn. Ji destpêka sala 2024’an û heta Gulana borî 291 rewşên xwekuştinê li Iraqê hatine tomarkirin. Sedemên van rewşan jî civakî, malbatî aborî û hwd in.

‘Divê nêrînên ivakê li hember jinan bê guhertin’

Derbarê sedemên bilindbûna kiryarên tundiyê û qetilkirinan li dijî jinan Sebah Welîd teqez kir ku cudahiya zayendî û lawazbûna pêkanîna zagonan her wiha nebûna ewlekariyê ji sedemên zêdebûna kiryarên li dijî jinan e û wiha pê de çû: "Ji bo kiryarên tundiya li dijî jinan û qetilkirina wan werin rawestandin divê cezayên li dijî sûcdaran werin şidandin. Piştgirî ji jinên tundî li wan bûne peyda bibe. Divê nêrînên ivakê li hember jinan bê guhertin. Pêkanîna zagonan û di serî de zagona tundiya malbatî ji bo mafê jinan were misogerkirin û parastina wê ji tundiyê bê kirin."

‘Divê zagonên der barê jinan bê aktîfkirin’

Sebah Welîd wiha domand: “Gelek derfetên mezin hene rewşa jinan li Iraqê baştir bibe ew jî eger zagon werin xurtkirin û jin di warê aborî de bi riya siyasetên piştgiriya cudahiya di cihê kar de werin xurtkirin. Her wiha divê beşdariya jinan a siyasî û civakî jî were xurtkirin. Gelekî girîng e wê demê zagonên taybet bi parastina jinan bi rengekî hîn aktîftir werin pêkanîn û piştgiriya mafê fêrbûna wan were kirin. Di nav de gund û herêmên ji şer zirar dîtine. Di heman demê de piştgiriya tevgerên jinan û rêxistinên hiqûqî jî jî girîng e."

Sinetkirina jinan didome

Sinetkirina jinan jî yek ji cureyên tundiya li dijî zarokên keç  tê kirine. Tevî ku di warê zagonî de li Iraqê ji sala 2011’an ve qedexe ye jî lê belê hîna jî bi dizî tê kirin bi taybet li gund û herêmên dûr ji ber vê yekê divê civak werin hişyarkirin û ked were dayîn ev mijar were rawestandin.

‘Jin roleke sereke di pêşxistina welatê xwe de dilîzin’

Derbarê çareseriyên ji bo têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan Sebah Welîd diyar kir ku divê saziyên hikûmetê bi rêxistinên civaka sivîl re bibin hevkar ji bo rola wan di vî warî de xurt bibe û karibin pêngavên hişyariyê organîze bikin û zextê li hikûmeta Iraqê bikin ji bo zagonan bughere."

Sebah Welîd Di dawiyê de teqez kir ku jin roleke sereke di pêşxistina welatê xwe de dilîzin ji ber dikarin beşdarî pêşxistinê bi riya beşdariya di jiyana siyasî aborî û civakî de bibin û diyar kir ku divê jin bi hev re yek bin ji bo karibin zextê li xwediyên birayarn bikin ji bo sazkirinên erênî di zagonan de çêkin û rola jinan xurt bikin.

‘Zêdebûna bêkariyê bi xwe re tundiyê jî tîne’

Çalakvan Weqar El Nedawî bal kişand ser zêdebûna rêjeya tundiya li dijî jinan û got: "Zêdebûna bêkariyê bi xwe re tundiyê jî tîne. Sedem jî ew ku zagonên pêşiya tindiyê bigre nehatiye pêkanîn. Tundî di hundirê malbatê her diçe zêde dibe. Dîvê navendên stargehan ava bibe ku jin qismek be jî ji tundiyê rizgar bibe.”