Peyama Abdullah Ocalan a ji 24'emîn Kongreya KNK’ê re: Em nirxên xwe biparêzin

Abdullah Ocalan, di peyama xwe de ya ji bo 24'emîn Lijneya Giştî ya KNK'ê şandî de got ku “Mezinkirina lêgerîna Kurdan ya ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsyariya me hemûyan a hevpar e

Navenda Nûçeyan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyamek ji 24'emîn Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re şand. 

 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 1’ê Hezîranê de ji Girtîgeha Îmraliyê peyama xwe şand. Abdullah Ocalan  bi gotinên “Welatparêzên hêja, nûnerên qedirbilind, mêvanên birûmet” dest bi peyama xwe kir û wiha domand: “Berî her tiştî ez 24. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi hestên xwe yên herî ji dil silav dikim û vê hevdîtina we ya bi wate û 27 saliya KNK’ê pîroz dikim. Di avakirin û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê da, min jî ji aliyê xwe ve ked da û piştgirî lê kir. Di zîndanê de be jî, gorî derfetan, min xebata we şopand û dem dem jî pêşniyarên xwe ji we re şandin. Her nîqaşek ku li ser paşeroj, yekîtiya neteweyî, mafên demokratîk û vîna hevpar ya gelê Kurd tê kirin, di meşa dîrokî ya gelê me de xwedî cihekî girîng e.”

‘Ev rastî ji bo Kurdan berpirsiyariyên nû jî tîne’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku gelê Kurd îro di qonaxeke pir girîng a dîroka xwe re derbas dibe û wiha pê de çû: “Kurdên ku bi sedsalan rûbirûyê polîtîkayên înkar, tinekirin, parçekirin û bêstatûbûnê hatine hiştin, bi bedêlên mezin vîna xwe ya azadiyê parastin, şiyana xwe ya siyasî bipêş xistin û bûn yek ji dînamîkên civakî yên herî girîng ên Rojhilata Navîn. Êdî ne pêkan e ku mirov qala hevkêşeyeke Rojhilata avîn bike ku tê de Kurd neyên hesibandin û vîna wan tune bê zanîn.”

Abdullah Ocalan destnîşan kir ku ev rastî ji bo Kurdan berpirsyariyên nû jî tîne û got ku berî her tiştî, pêşxistina çanda diyalog, guftûgo û xebata hevpar di navbera Kurdan de erkekî dîrokî ye. Peyama Abdullah Ocalan wiha berdewam kir: “Yekîtiya netewî ya Kurdan ne armanceke ku tenê tevgerek, partiyek an jî aliyekî siyasî bi tena serê xwe pêk bîne ye. Ev yekîtî dikare bi keda hevpar ya hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, jin, ciwan û dînamîkên civakî yên Kurd ava bibe.

 Yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan, ne nepejirandina cudahiyan e; berovajî vê, gihîştina cudahiyan a li ser zemîneke demokratîk e. Armanc ne yekdengî ye, armanc ew e ku mirov di mijarên neteweyî yên hevpar de vîneke hevpar nîşan bide. Pêşxistina helwesteke hevpar di mijarên sereke yên ku berjewendiyên gelê me de ne, rênedana bikaranîna Kurdan ya li dijî hev û parastina destkeftiyên neteweyî bi hişmendiyeke hevpar, divê di nav prensîbên bingehîn yên yekîtiyê de bin.”

‘Mijara sereke, dê jiyaneke civakî ya çawa bê avakirin’

Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber vê yekê, pêşxistina pêvajoyeke berfireh ya diyalog û muzakereyê di navbera Kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e û wiha pê de çû: “Riya derbaskirina xeyidandin û veqetînên borî ne şer e; axaftin, nîqaşkirin û dîtina çareseriyên hevpar e. Fikra kongreyeke neteweyî ya demokratîk jî divê wekî îfadeya saziyî ya vê hewceyiyê bê dîtin. Ligel vê yekê, paşeroja gelê Kurd tenê bi yekîtiya neteweyî ve girêdayî nîne, di heman demê de bi têgihîştina civaka demokratîk ve jî girêdayî ye. Nêrîna civaka demokratîk esas digre ku pirsgirêk ne bi şer û tundiyê, bi siyaset, hiqûq û guftûgoya demokratîk çareser bibin. Ev nêrîn wekheviya gelan, demokrasiya herêmî, rêxistinbûna azad û jiyana hevpar diparêze. Hilbijartina dîrokî ya li pêşiya gelê Kurd tenê nîqaşeke statûyê nîne. Mijara sereke ew e ku dê jiyaneke civakî ya çawa bê avakirin. Têgihîştina civaka demokratîk, azadiya gelê me bi azadiya gelên din re dinirxîne; armanca wê ne şer e jiyana hevpar e, ne parçekirin e yekîtiya demokratîk e.”

‘Rihê yekîtiya neteweyî ya bihêz a di navbera Kurdan de pêwîst e’

Abdullah Ocalan da zanîn ku tiştê ku îro pêdiviya Kurdan pê heye; rihê yekîtiya neteweyî ya bihêz a di navbera Kurdan de, piştevaniya demokratîk bi gelên Rojhilata Navîn re û dîtineke hevpar ya paşerojê ye ku li ser bingeha azadiyê ava bibe. Abdullah Ocalan di dawiya peyama xwe de wiha got: “Ji ber vê yekê, mezinkirina lêgerîna Kurdan a ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk, berpirsyariya me hemûyan a hevpar e. Bi van hest û ramanan ez civîna we careke din silav dikim û hêvî dikim ku nîqaş û encamên ku dê derkevin holê, xizmeta yekîtî, azadî û paşeroja demokratîk a gelê me bikin. Ez serkeftinê dixwazim û hemû beşdaran bi rêz silav dikim.”