Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê: Xeza
Bi nêzbûna roja cîhanî ya têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan, jinên Filistînê li Zîvala Xezayê bi taybet di kampên koçberiyê de di karesetan de dijîn. Jin bi her cure tundiyê re rû bi rû dimînin.
‘Berê Xeza bi rengê porteqalî dihat xemilandin lê niha bi rengê sor xemilî ye’
RAFIF ESLEEM
Xeza – Bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, rewşa jinan bi taybet jinên li herêmên şer dijîn, bi awayekî zelaltir derdikeve holê û tê nîqaşkirin. Jinên Filistînî yên li Zîvala Xezayê, bi taybetî dema ku di şert û mercên dijwar de li kampên penaberan dijîn, hem ji tundiya mêran û hem jî ji polîtîkayên artêşa Îsraîlê yên wekî birçîbûn, dîlgirtin, êrişa zayendî û kuştinê dibin hedefa yekemîn.
Çalakvana mafê mirovî û civakî Esîl Zên El Dîn got ku jinên Filistînî li hember tundiya siyasî dimînin. Esîl Zên El Dîn ya têkildarî rewşa jinên Xezayê destnîşan kir ku berê jî mafê siyasî yên jinan dihat binpêkirin anî ziman ku bi rewşa niha ango êriş û komkujiyan re ev yek yekcar nemaye. Esîl Zên El Dîn wiha got: “Îro roj rola siyasî tekane heye guftugoyên Filistînî û nûnertiya navdewletî û dîplomasî ye ya ku rola jinan têde tune ye. Ev yek li dijî zagonên navdewletî yên Meclisa Ewlehiya navdewletî ya parastina ewlehî û aramiya navdewletî vedibêje ye."
Li ser jinan tundiya aborî
Esîl Zên El Dîn rewşa aborî li bakur û başûrê Xezayê şîrove kir. Esîl Zên El Dîn got: “Piraniya malbatên Filistînî ji bilî yek carê nikarin di rojê de xwarinê bixwin bi taybet ji ber kesek tune barê wan rake û jin tenê di ber vî karê zehmet de berpirsyar in. Jin rola dayîk û bav dilîzin û di encam de keda fîzîkî û derûnî ji dema şer destpêkiriye zêdetir dibe.”
‘Zewaca zarokên keç ên jêrî 18 salan jî gelekî belav bûye’
Esîl Zên El Dîn bal kişand zehmetiyÊn ku jin li kampên koçberiyê dijîn û wiha domand: "Bicihbûna li kampên koçberiyê û nebûna xwarinê û dermanan rola jinan di malbatê de wenda kiriye û hiştiye gelek diyardeyên civakî neyînî derkevin mîna tundiya fîzîkî û derûnî yên ku weke encama valakirina mêran ji zextên xwe re tê binavkirin. Ev mijar di hin rewşan de dighêjin qetilkirinê û ne çavdêrî ne jî muhasebekirin tune ne. Zewaca zarokên keç ên jêrî 18 salan jî gelekî belav bûye."
Rewşa saziyên jinan
Esîl Zên El Dîn derbarê rola saziyên jinan de jî wiha wiha axivî: "Beriya em behsa rola saziyên jinan di rewşa heyî de bikin divê em ji xwe bipirsin gelo ev sazî dikarin karê xwe bi riya parastina endamên xwe bikin? Gelek ji van saziyan endamên xwe şandine başûrê zîvalê û hinên din jî li derveyî zîvala Xezayê ne. Bi hejmarek hindik ji endaman li Bakur kar dikin. Karê van saziyan di dema niha de bi sedema nebûna ekîban tenê werşeyên hişyariyê didin û hin rojnameyên kaxezî çapkirî yên mafên jinan bi bîra wan dixin di rewşa niha tê jiyîn de. Ne pêkan e hejmara rewşên tundiyê yan qetilkirinê yên di refên jinan de çêdibin werin jimartin ji ber serjimarî pêwîstiya wê bi karekî birêxistinkirî û dewam heye."
Li stargehan nexweşî belav dibin
Esîl Zên El Dîn bal kişand rewşa li stargehan û got: “Rewşa jinan û zarokan li navendên stargehan dibe ku bi têgehekê tenê were şîrovekirin ew jî bihevmayîn e. Zarok bi dayîkên xwe ve mane û jin bi jinan mane bi taybet di demekê de ku rewşa meydanî aloz dibe ji ber wê xwe bi hev diparêzin. Rewşa tenduristî ya jin û zarokan gelekî xirab e. Gelek nexweşî belav bûne. Navendên stargehan tijî ne ji ber wê gelek nexweşî belav dibin."
Li girtîgehan rewşa jinan
Esîl Zên El Dîn diyar kir ku rewşa êsîrên jin ên Filistînê ji beriya êrişa li dijî Xezayê de gelekî xirab bû û niha piştî veguherîn kaxezên zextê di navbera herdû aliyan de rewşa wan a tenduristî hîn xirabtir bû û tundî duqat. Esîl Zên El Dîn anî ziman ku li girtîgehên jin lê dimînin nexweşiyên belav dibin mîna gurîbûn û qedexeya xwarinê her wiha girtina wan di girtîgehên bi tenê bêyî tewan ji hin zehmetiyên ku jin pê re dijîn e.
Derbarê çalakiyên roja têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan Esîl Zên El Dîn got: "Em nikarin çalakiyan lidar bixin. Ne tenê bi sedema bombebaranan lê belê ji ber yên di li ser vê xakê dijîn mijarên din hene bi wan re mijûl bibin mîna peydakirina gepa nanê xwe av û cihê lê bimînin her wiha parastina xwe ji mirinê bikin."
‘Berê Xeza bi rengê porteqalî dihat xemilandin lê niha bi rengê sor xemilî ye’
Esîl Zên El Dîn rewş di salên beriya niha de bibîr anî û diyar kir ku di roja têkoşîna li hember tundiyê de Xeza bi rengê porteqalî dihat xemilandin ji bo vê çalakiyê zindî bikin. Her wiha civînên hişyariyê ji jinan û keçan û ciwanan re dihatin lidarxistin, lê ji ber êrişên berdewam îsal bi rengê sor xemilî ye.
‘Tişta niha bala jinan biriye tirs e’
Ji bo zêdetir rewşa jinan were naskirin bi nêzbûna roja têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan ajansa me bi hin jinan re hevdîtin kir.
Ayşe Ebû Sultan got: "Tişta niha bala jinan biriye tirs e û pêwîstiya wan a bi xwarin û avê ye ji ber her kes birçî ye. Heta bi dermanan tune ne. Hemşîreya di xala tenduristî de kar dike heba sekinandina êşê dide min ji bo debara êşa xwe bikim. Ez ji Bakurê Xezayê li ser lingê xwe meşiyame heta min alaveke veguhestinê peyda kir min bighîne bajêr. Pêwîstiya min bi alîkariyê heye."
‘Bi dirêjbûna şer re tundî zêde bû’
Yasmîn El Nebhan jî destnîşan kir ku koçberiya bi dehan caran gelek wendahî bi xwe re anîn û her pênc zarokên wê nexweşî bi wan re çêbûne bi taybet nexweşiya sîngê û wiha dewam kir: "Dermankirina nexweşiya zarokên min tune ye ji ber em di konan de ne. Kon jî me ji sermaya şevan naparêze. Kêmbûna xwarinê jî mijareke din e. Bi dirêjbûna şer re tundî zêde bû. Zarokên min niha gelekî hişk bûne. Malbat jî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye mîna zexta esebî û qîrîn. Hemû nema dikarin bi hev re biaxivin. Tundiya fîzîkî jî di serî de pêk tê. Ev ne rewşa min bi tenê ye, hemî malbatên filistînî wiha ne."