Li Rojhilata Navîn çi diqewime?
Zêdebûna hişmendiya maf û hewcedariyên jinan ku civakan ji hev cuda dike, divê bi dirûşmên pêşwext nemîne. Dibe ku di asta herêmî û navneteweyî de têkoşînek rasteqîn a femînîst hebe ku her dem dadmendiya civakî bixwaze.
ŞEYMA EL ŞEWARBÎ (Seroka Yekitiya Jinan a Partiya Lîberal a Misrê)
Li Rojhilata Navîn di van pêvajoyan de guhertinên siyasî çêdibin. Ev yek jî bandorê li ser gelan, bi taybetî li ser jinên li Sûdan, Filîstîn, Yemen û Sûriyê ku di nava şer û pevçûnan de ne dike. Bûyerên ku bi lez û bez diqewimin, bandoreke mezin li ser rewşa jinan dikin. Bi taybetî li van welatên ku feraseta cîhadîst lê heye.
Destpêkê dixwazim balê bikşînim ser geşedanên siyasî yên li Sûdanê. Wekî tê zanîn gelek pevçûn li Darfurê hene. Di nava wan pevçûnan de li dijî jinan tundiya zayendî, koçberkirina bi darê zorê, wêrankirina binesaziyê û her wiha beşdariya siyasî ya bi sînor zêde bûne. Bend û sînor li ser azadiyê, cihêkariya zayendî, aborî û pîşeyî hene.
Rewşa Yemenê jî heman e, nakokî di navbera hikûmet û serhildirên Hûsî de heye ku ev yek bûye sedema wêrankirina binesaziyê, koçberiya gel, zêdebûna xizanî, barên malbatî û pîşeyî, tundiya zayendî û destavêtinê.
Em werin ser Filîstînê. Bêguman bi dehan salan e ku nakokiyên Îsraîl-Filîstînê hene bi dorpêçkirina Xezayê û zêdebûna deverên niştecihbûnê her wiha hilweşandina binesaziyê bi pêş ket.
Der barê Sûriyeyê de jî gelek tişt tên gotin; di navbera hikûmeta Sûriyê û opozîsyona Sûriyê de. Li Cenevreyê bi armanca bidawîkirina aloziya ku zêdetirî 13 sal in berdewam dike, ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê hene. Her wiha ji ber destwerdana Tirkiyê li bakurê Sûriyê û hebûna rola Îranê weke aktoreke sereke di aloziya Sûriyê de. Alozî di pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyê de heye ku ji aliyekî din ve bandorê li hevsengiya siyasî dike.
Şer û pevçûn li ku hebin pirsgirêkên jinan duqat dibin
Gelo ev hemû tiştên ku me li jor behs kirin, bandorê li rastiya jinan dikin? Bêguman, bandorek kûr dikin û ev felaket bi xwe ye. Ji ber vê yekê jin dê di mijarên qanûnî de bi rengekî negatîf re rûbirû bimînin. Wek destavêtin û zewaca bi zorê ku li dijî wan li herêmên aloz pêk tên. Ji bilî wê ew ê gelek kêşeyên pêkanîna azadiya xwendin, çûnhatin û heta xebatê ji ber wêrankirina binesaziyê bikşînin. Di heman demê de diyar e ku beşdariya siyasî di hikûmetê û rêxistinên siyasî de ji ber astengiyên ewlekarî û civakî dê ji bo jinan kêm bibe û di encamê de jin wê ji ber pevçûn û xizaniyê pirsgirêkên psîkolojîk bijîn.
Pirsa ku derdikeve pêş ev e; Gelo bi derbaskirina van hemûyan mimkun e û cewhera kêşeyên pêşerojê çawa ye ango gavên ku dê jin bi wan, van hemû zehmetiyan derbas bikin çi ne?
Bi dîtina min, zêdekirina hişmendiya maf û hewcedariyên jinan pêwîst e. Pêwîstî bi piştevaniya navneteweyî ji rêxistinên navnetewî yên ku mafên jinan diparêzin û girîngiyê didin wan heye. Her wiha dibe ku kar li ser çêkirina bernameyên rahênan û perwerdeyê ji bo bihêzkirina jinan di warê civakî, siyasî û aborî de bê kirin. Piştre zêdekirina beşdariya siyasî û nûnertiya jinan di hikûmetê de, parastina mafên wan ên serxwebûna aborî bikin, piştgirî ji perwerde û tenduristiyê jin re bê dayîn û rola wan di aştiyê de ji bo bidestxistina pêşerojeke baştir, nas bikin.