Kampanya ji bo naskirina jenosîda li ser Şengalê didome

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî li ser kampanyaya îmzeyan a ji bo naskirina jenosîdê got ku ew bi hemû sazî û dezgehên xwe tevlî bûne û bang li civaka Êzidî kir ku xwedî li kampanyayê derkevin.

CÎLAN ROJ

Şengal – Rêveberiya Xweser a Şengalê di 13’ê Mijdara 2024’an de ango di 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de ji bo ku jenosîda li ser civaka Êzidî ji aliyê Iraqê û hemû saziyên navneteweyî ve bê naskirin, kampanyayek îmzeyan da destpêkirin. Kampanya dê heta Cejna Çarşema Serê Nîsanê bidome. Di vê kampanyayê de hedef komkirina milyonek îmzeyan e û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi pêşengiya Meclîsên Gel tevlî kampanyayê dibin. Êzidî bi taybetî jî jinên Êzidî ku herî zêde di fermanê de rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatin, bi kêfxweşiyek mezin xwedî li kampanyayê derdikevin.

Têkildarî kampanyaya îmzeyan Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî axivî û ji ajansa me re behsa rêveçûna kampanyayê kir. Emşê Korkorkî diyar kir ku ew bi hemû sazî û dezgehên xwe ji bo naskirina jenosîda li ser civaka Êzidî îmzeyan kom dikin û wiha behsa sedema destpêkirina kampanyayê kir: “Em ji bo hesab ji berpirsên fermanê bê pirsîn, edalet cihê xwe bibîne, ji bo pêşeroja zarokên xwe û ji bo ku di pêşerojê de zarokên me ji me şerm nekin û nebêjin ‘hûn çima hesabê fermanê nepirsîn’, me dest bi kampanyayeke wiha kir.”

‘Herî zêde jin eleqe nîşan didin’

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî destnîşan kir ku herî zêde jin eleqe nîşan didin, xwedî li kampanyayê derdikevin û ev nirxandin kirin: “Di vê kampanyayê de herî zêde jin eleqe nîşan didin, xwedî lê derdikevin, ji ber ku di fermanê de herî zêde jin rastî êrîşan hatin. Jixwe heta niha jî bi hezaran jinên Êzidî di destên DAIŞ’ê de ne û aqûbeta wan nayê zanîn, ji ber vê divê herî zêde jin xwedî li vê kampanyayê derkevin.”

‘Karekî pîroz e’

Emşê Korkorkî anî ziman ku di dema komkirina îmzeyan de destpêkê bi civakê didin famkirin ka ji bo çi dest bi kampanyayeke wisa kirine û wiha domand: “Ji bo komkirina îmzeyan em di nav civakê de digerin. Destpêkê gelek kes ji ber tam sedema destpêkirina kampanyayeke wisa tênagihîjin, naxwazin îmze bidin lê em bi wan didin famkirin, sedema komkirina îmzeyan ji wan re vedibêjin û dema civak fam dike û têdigihîje sedema destpêkirina kampanyeke bi vî rengî gelek kêfxweş dibe û dibêje ev kareke gelek pîroz e.”

‘Em baş dizanin ku Iraq çima jenosîdê nas nake’

Emşê Korkorkî bal kişand ser nasnekirina jenosîdê ya ji aliyê dewleta Iraqê ve û ev tişt anîn ziman: “Dewleta Iraqê heta niha jenosîda ku li ser civaka Êzidî pêk hatiye nas nekiriye û xwedî li civaka Êzidî derneketiye. Em baş dizanin ku dewleta Iraqê destekê dide dewleta Tirk û mala Barzanî, ji ber vê yekê jenosîdê nas nake. Ji hêla din ve em baş dizanin ku êdî ber bi dawî ve hatine, ew jî baş dizanin ku dê dawiya dawî jenosîda li ser civaka Êzidî bê qebûlkirin û hêzên berpirs û hevkarên fermanê bên darizandin, ji ber vê niha li dû dek û dolaban in, li dû meşandina siyaseta qirêj in. Ji ber vê yekê divê weke civaka Êzidî em hêza xwe bikin yek û xwedî li kampanyayê derkevin.”

Banga xwedîderketinê

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî di dawiyê de ev bang kir: “Di serî de li civaka Êzidî em bang li hemû civakan dikin ku xwedî li kampanyaya ji bo naskirina jenosîda li ser civaka Êzidî derkevin da ku kampanya bigihê serkeftinê.”