Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê – 1
Seroka Komeleya Jinan a Demokratîk a Tûnisê Recaa El Dehmanî diyar kir ku tirseke mezin ji destxistina destkeftî û mafên rewa yên di encama têkoşîna jinan de heye û got: “Di mijara mafên jinan de reformên qanûnî pêwîst in.”
Gelo li Tûnisê destkeftiyên jinan di xetere de ye?
ZIHÛR EL MEŞRÎQÎ
Tûnis - Jinên Tûnisî bi taybetî bi qanûnên pêşverû yên wekî "Qanûna Hiqûqa Malbatê" ku di sala 1956’an de hate pejirandin, destkeftiyên cidî bi dest xistin. Van qanûnan Tûnis di warê mafên jinan de di cîhana Erebî de kir welatekî pêşeng. Lê piştî serhildanên sala 2011’an, geşbûna ramanên paşverû hawîrdorek ku mafên jinan dixe xetereyê ava kir. Bi van ramanan hewl hat dayîn civakê bikişîne nava nêzîkatiyên rêveberiyê yên jinan hedef digire. Her çendî têkoşîna jinan a berdewam bike hişt ku ev fikir bên paşxistin jî, girîng e jinên Tûnisî têkoşîn û berxwedana xwe berfireh bikin.
‘Di welatekî jinan tê de li ber xwe dane kiryar her ku diçe zêde dibe’
Seroka Komaleya Jinên Demokratîk a Tûnisê ku nû hatiye hilbijartin Recaa El Dehmanî got: "Komele roja xwe ya demokratîk bi hilbijartina buroya xwe ya nû ji 9 endaman pêk tê dubare kir. Ji ber hevkar û bi taybet Yekîtiya Giştî ya Tûnisê gelek ked dan û di encam de atmosfer ji bo lidarxistina kongreyê hat peydakirin. Ji bo xizmeta jinan zehmetî zêde ne. Komele bandorên li ser jinan dişopîne. Her wiha berê xwe dide atmosfereke demokratîk, baweriya wê bi azadiyan tê û mafan garantî dike. Gelek doz hene divê komele li ser wan bisekin ku têkiliya wan bi qetilkirina jinan heye. Di welatekî ku jinan tê de berxwedan kiriye kiryar her ku diçe zêde dibe. Hîna gelek dem li pêşiya me heye ji bo em qetilkirina jinan sînordar bikin bi taybet zagon êdî tena serê xwe ne têrker e û pêwîstiya wê bi stratejiyeke baş heye."
Girtiyên siyasî ên li Tûnisê
Recaa El Dehmanî balkişand dosyayên siyasî yên girtiyên di zindanan de û hukmên hişk bi sedema helwest û nerînan li wan hatine birîn û wiha got: “Azadiya derbirînê distûra 25’ê Tîrmehê û nîv berpirsyariya wê hildigre lê belê rastî ne li gorî hukman e. Parastina perspektîfên mirovî yên mafên mirovan pêwîstiya wê bi ked û rêzgirtina beşên destûrî heye. Ji ber li ser parastina azadiya derbirînê rojnamevaniyê, belavkirin û nerînê diaxive. Li aliyê din jî behsa bazarên mafê aborî û civakî dike bi taybet di rewşa zehmet a neteweyî û herêmî ku di asta yekem de dest dide jinan û bi wê bandor dibin ji ber bi rengekî dewam hedefgirtî ne."
‘Bilindbûna kiryarên qetilkirinê nîşaneyeke xeter e’
Recaa El Dehmanî behsa tundiya li dijî jinan a gihîştiye asta qetilkirinê û zagona 58’an a di sala 2017’an de derket ku taybet ji bo parastina jinan ji tundiyê kir û wiha got: "Bilindbûna kiryarên qetilkirinê nîşaneyeke xeter e. Tişta em jê ditirsin ew e ku sala par 27 jin hatin qetilkirin û vê salê jî 23 jin hatin qetilkirin piraniya wan li ser destê mêrê pê re zewicîn e. Ev rêjeyên bilind û xeternak in. Destpêkê navendên ewlekariyê jinên tundî li wan bûne berê wan didin navendên stargehan yan jî dadgehan lê encamek dest girtî nayê bi dest xistin û ev jî dibe sedem ku kesê tundî lê bûye xwe vekişîne."
‘Em hewil didin di atmosferek bi ewle û azad de kar bikin’
Recaa El Dehmanî wiha rêz kir: "Kiryara li dijî Rifqa El Şarnî weke mînak, tevî ku li pêşiya çavê her kesî ev bûyer pêk hat piştî 3 salan derket. Kiryarên din hene 10 salan mane. Hemû jî kiryarên kuştinê zêde dikin. Kiryarên qetilkirina jinan li Tûnisê ji sala 2018’an heta Hezîrana 2023’an de 4 caran zêde bûye û destnîşan kir ku raporan teqez kiriye ku ji sedî 52,17 jinên tên qetilkirin li ser destê hevjînê wan e. Komeleyê ji salên 90’î ve navenda berêdayînê û guhdarîkirinê ji kesên tundî li wan dibin ava kiriye û kesên tundî li wan bûye pêşwazî dike her wiha karê me ê piştgiriya jinên tundî li wan dibe berdewam dike. Lê belê îro roj dosyayek metirsîdartir li pêşiya me ye. Ew jî qetilkirina jinan e. Em hewil didin kar ji bo mafên jinan di jiyanê de bikin û di atmosferek bi ewle û azad de kar bikin."
‘Nûnertiya jinan di sala 2024’an de ji sedî 10 derbas nekir’
Recaa El Dehmanî der barê rastiya jinan piştî hilbijartinên parlementoyê û serokatiyê yên dawî li Tûnisê û asta nûnertiya wan axivî û wiha pê de çû: “Eger em vegerin sala 2011’an dema şoreşê rêjeya nûnertiya jinan di meclisa cîgirên gel de ji sedî 29 û di sala 2014’an de heta ji sedî 31 bilind bû û di sala 2019’an de vegeriya û gihîşt ji sedî 24. Sala 2024’an rêjeya nûnertiya wan ji sedî 10 derbas nekir. Ev yek vegereke dijwar e ti carî me pêşbîn nedikir. Li aliyekî din rêjeya hebûna wan di hikûmetê de jî vegeriya.
Di komeleyê de em hemû merasîm û zagonên azadiya derbirîn û azadiyên takekesî û giştî sînordar dikin red dikin. Mixabin di biryara 54’an de ya ku em weke derbeyekê ji destkeftiyên şoreşê re dibînin ew e azadiya derbirînê ye û encamên wê li pêş me hamûyan e. Girtîgeh li pêşiya çalakvan û rojnamevan welatî û hemû beşan vekirî ye. Gelek kes bi girtin û dadgehkirinê re rûbirû mane. Pêla girtina ya girûpek kesên bi dîjîtal medyayê re mijûlin destpêkiriye. Dadgehkirin li ser bingeha zagoneke kevin di sala 2004’an de derketiye têkiliya wê bi exlaq ve heye.” Recaa El Dehmanî wha gotinê xwe domand: “Divê careke din ew zagon were sazkirin. Çima çalakvan tên dadgehkirin? Gelo heman exlaq li paytextê rayedarên hundir û başûrê Tûnisê heye? Gelo em ji bo heman exlaqê tên dadgehkirin? Em dizanin li ser asta têgehan em di şîrovekirinê de cuda ne. Ji ber wê nirxandin bi pirsgirêk e û bi çi mafî em hukman li ser alavên teknolojiyê derdixin tenê. Eger şaştiyek derkeve jî saziyên berdêl hene û ji mafê hikûmetê ye ewlehiyê ji bo parastina malbatê deyne. Lê belê girtîgeh ne çareserî ye.”
‘Rewş gihîşt asta fikirandina destdanîna ser mafê kurtajê’
Recaa El Dehmanî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevgera jinan li Tûnisê di berxwedana xwe de berdewam dike tevî ku rewşa danîna maf û azadiyan hilweşiyayî ye jî û wiha got: “Berxwedana ji bo pêkanîna wekheviya rastîn û pêşinyarkirina gelek pirsgirêkên girêdayî rewşa wan berdewam dike. Bi şoreşê re me hêvî dikir ku zagonan pêş bixin û hinekê din deynin. Lê belê nerînên nû derketin û di mijara mafên jinan de gelekî paşketî bûn. Rewş gihîşt asta fikirandina destdanîna ser mafê kurtajê. Me behsa jinên temamker li şûna jinên wekhev dikir. Pirsgirêk hebû lê belê bi sekna berxwedêran me şer li dijî vî fikrî kir û destûra 2014’an ji wan re bû teşwîq û parêzvana mafên wan. Îro tirsa me heye em ji van destkeftiyan gavan paşde bavêjin û wê winda bikin bi taybet bi rewşa siyasî ya giştî re. Rewş ber bi nebaşiyê ve diçe. Me encamên derbeya mafê nîvçeyî ya ku dîmenekî siyasî mêr derxist dît. Her wiha me sînordarkirina azadiyan û encamên wê yên bê pêşbîn kir."
‘Pêwîstiya me bi aramiyeke siyasî û rewşeke siyasî demokratîk heye’
Recaa El Dehmanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Heta niha biryarek tune ye rewşa jinên Tûnisê ya zehmet bigre dest, ji bilî biryara 42an ya ku di sala 2024’an de derket ku bi xwe parastina mafên jinên cotkar dike. Yek pêwîstiya me bi aramiyeke siyasî û rewşeke siyasî demokratîk heye. Em li bendêne desthiltdarî bi me re têkeve nav dîyalogê her wiha divê diyalog di navbera pêkhateyên civaka sivîl û partiyên siyasî bi desthilatê re hebe. Ji bo em careke din Tûnisê pêş bixin. Eger em bixwazin ava bikin divê bêyî cudahî em destê xwe bidin destê hev û em teqeziyê li ser karê komeleyan dikin."