Li rojavayê Yemenê pêleke nû ya koçberiyê

Li rojavayê Yemenê, ji ber zêdebûna bombebaran û êrîşên Hûsiyan, gelek malbat ji malên xwe û kampan koçber bûn. Rêxistinên herêmî hişyarî dan û diyar kirin ku ev rewş dê krîzê kûrtir bike, bang li aliyên têkildar kirin alîkariyê bigihîjînin herêmê.

Navenda Nûçeyan – Li Rojavayê Yemenê pêleke nû ya koçberiyê dest pê kir û bû sedema koçberiyeke din. Bi dehan malbat neçar man malên xwe û kampên koçberiyê yên lê diman biterikînin.

Koçberiya bi darê zorê: 57 malbatan berê xwe dan herêmên ewle

57 malbatên ku ji 400 kesan pêk tên, ji herêma Hays û herêmên derdora bajarê Hudeydayê, li rojavayê Yemenê piştî bombebaranên dubare yên Hûsiyan ên ku deverên niştecihbûnê hedef digrin, koçber bûn. Yekîneya Rêveberiya Kampên Kesên Koçber duh piştrast kir ku malbat ji ber tirs û fikara bombebaranên berdewam neçar mane gundên xwe yên li herêmên Hîs, Cerahî û Cebel Ras, biterikînin. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber rewşa tirs û fikara berdewamiya bombebaranê, berê xwe dane nuqteyên alternatîf ên li Ewîs, Qiş, Mehwayê Ebd, Heyit, Mehela Rebî, Nezalî û Herîbeyê.

Ji bo alîkariyê banga lezgîn

Yekîneya Rêveberiyê daxwaza bersiveke mirovî ya lezgîn kir stargeh û xaniyên ewle, alîkariya xwarin û pere, ava vexwarinê, xizmetên paqijiyê û tiştên bingehîn werin peydakirin. Yekîneyê ji aktor û rêxistinên mirovî xwest bi lez bersiv bidin û nirxandineke berfireh a pêdiviyên parastinê bikin, pêşîniyê bidin zarok, jin, kal û pîr, kesên seqet û malbatên ku endamên wan nexweş in. Her wiha daxwaz kir ku kesên xwedî pêdiviyên taybet ji bo xizmetên piştgiriya tenduristî û psikososyal. Hat xwestin ku ji bo malbatên nû koçber bûne bernameyên alîkariyê û çavdêriyeke çêtir werin amadekirin.

Ji ber zêdebûna tevgerên leşkerî li Taizê bi dehan malbat ji Meqbanayê reviyan

Her wiha hat destnîşankirin ku zêdebûna leşkerî ya Hûsiyan li eniyên rojavayê Taizê bûye sedem bi dehan malbatên li herêma Meqbanayê ji şer birevin û li deverên ewletir ên herêma El-Meaferê li cihê penageh bigerin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku niştecihên gundên Meqbana û El-Qedha her wiha yên li kampên koçberên navxweyî, ji ber bombebarana ku herêmên wan hedef digirt, ji malên xwe ber bi deverên ewletir ve reviyane. Hat diyarkirin ku kom bi kom malbat bi wesayîdan, hinek jî bi peyatî bi ajalên xwe re ketine riyan û bal hat kişandin ku Hûsiyan bombebaran û topbarana li ser wargehên li deverên Cebel Hebaşî, El-Debab, El-Seyahî û Hadhran ên li rojavayê bajarê Taîzê û li gundewarên rojava zêde kirine .