Li rojavayê Efrîqayê keştî hat dîtin: 38 penaber hatin rizgarkirin

38 penaber di nav wan de zarok jî hene, ji botê li Cape Verde ya li rojavayê Afrîkayê hatin rizgarkirin. Tê texmînkirin ku herî kêm 60 penaberan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Li peravên Salê, girava Cape Verde ya Rojavayê Efrîqayê, keştiyeke penaberan ku tê texmînkirin ji Senegalê bi rê ketiye, hat dîtin. Tê texmînkirin ku herî kêm 60 penaberan jiyana xwe ji dest dane, zarok jî di nav de 38 penaber hatine rizgarkirin.

Tê texmînkirin ku keştî mehekê di okyanûsê de maye

Hate hînbûn ku keştiya ku tê texmînkirin mehekê li Okyanûsa Atlantîkê ye, 320 kîlometre dûrî Girava Salê ji aliyê keştiyeke masîgir a Îspanî ve hatiye ferqkirin û agahî dane rayedaran. Hat diyarkirin ku keştiya ku roja Duşemê hat ferqkirin piştî ku binav bû xişikiye. Rayaderên Cape Verde bang kirin ku bila polîtîkaya gerdûnî ya li ser koçberiyê were girtin da ku pêşî li windahiyên zêdetir jiyanê bigire.

'Keştî bi 101 koçberan re hat vekirin'

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) diyar kir ku di nava kesên rizgar bûne de 4 zarokên 12-16 salî hene. Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Senegalê diyar kir ku keştî di 10’ê Tîrmehê de bi 101 penaberan hereket kiriye.

Li gorî agahiyên ku AFP'ê derbas kir; Moda Samb, rayaderek ji gundê masîgiran ê Fasse Boye li Senegal, got ku hema hema hemî kesên li li keştiyê li bajarok mezin bûne, digel ku hin malbat hîn jî li benda nûçeyên xizmên xwe ne. Hat diyarkirin ku di keştiyê de koçberên ji welatên Sîerra Leone û Gîne Bîssau hebûn.

Hat diyarkirin ku rêya koçberiya ya ku keştî tê de bû gelekî xetere bû û bi giştî ji bo çûna Giravên Kanarya yên Spanyayê dihat bikaranîn. Di navbera 2020 û 2023’an de, nêzîkê 67,000 kes gihîştin Giravên Kanarya. Di heman demê de 2 hezar û 500 kesan li ser vê rêya koçberiyê jiyana xwe ji dest dan.