Emîne Şenyaşar bi kursiya bi tekel çû cihê Nobeta Edaletê

Emîne Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê li Enqereyê didomîne, bi kursiya bi telek çû ber Wezareta Edaletê. Malbata Şenyaşar a ku nobeta xwe li ber deriyê wezaretê didomîne ji bo hevdîtinê bersivek erênî yan jî neyînî negirtiye.

Enqere- Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Malbatê ji bo edalet bi cih were li Rihayê nobeta edaletê dabûn destpêkirin. Malbata niha nobeta xwe li Enqereyê didomîne. Emîne Şenyaşar li bexçeyê meclisê bi parlamenterê Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar û Burcugul Çelîk re daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Edalet” hat hilgirtin.

‘Heta em encam bigrin em ê ber bi wezaretê ve bimeşin’

Ferît Şenyaşar li cihê daxuyaniyê axivî, behsa pêvajoya qetliamê kir û got ku ji ber daxwaza wan a edaletê bi cih nehatiye, nobeta xwe ya edaletê li Enqereyê didomînin û her roj heta ber Wezareta Edaletê dimeşin. Ferît Şenyaşar da zanîn ku beriya çend rojan bi alîkarê Wezîrê Edaletê Remezan Can re hevdîtinê kirine lê heta niha tu bersiv negirtine û diyar kir ku heta bersiv û encamek çênebe ew ê her roj ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşin. Ferît Şenyaşar diyar kir ku di van çend rojên ku li Enqereyê bûne de bi çend rêxistinên heq û hiqûqê re hevdîtinê kirine û hewl didin di rojên pêş de bi nûnerên van rêxistinan re çalakiyên xwe mezintir bikin.

 Emîne Şenyaşar bi kursiya bi tekel meşiya

Piştî daxuyaniyê Ferît Şenyaşar û parlamenter, ji meclisê heta ber Wezareta Edaletê meşiyan. Emîne Şenyaşar jî bi kursiya bi tekel meşiya. Ji ber ku lîfên çûkên Emîne Şenyaşar qetiyane û nikare bimeşe dê di rojên pêş de emeliyat bibe.

Wan negirtin wezaretê

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo hevdîtinê bi wezîrê edaletê re bikin xwestin bikevin hundir lê peywirdarên ewlekariyê derî girtin û nehiştin bikevin hundir. Di wê navberê de polîsek ku malbatê asteng dikir jî ji malbata Şenyaşar re got: “Ji bo parvekirina di medyaya civakî de wiha nekin.” Ferît Şenyaşar, ji polîs re got ku du bira û bavê wî hatine qetilkirin, birayê wî jî di girtîgehê de ye û bi salan e daxwaza edaletê dikin lê daxwaza wan bi cih neanîne bertek nîşan da.

Du saet li ber derî hatin rawestandin

Malbata Şenyaşar piştî ku demek dirêj li ber derî sekinî çalakiya rûniştinê li dar xist. Bersivek ji bo daxwaza hevdîtinê ji wan re nehat dayîn ji ber ku du saet li ber derî sekinîn Emîne Şenyaşar bertek nîşanî Serokomar Tayîp Ardogan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç da. Emîne Şenyaşar diyar kir ku Tayîp Erdogan parlamenterê ku qetliamê kiriye diparêze û wiha got: “Kurê min 6 sal in di girtîgehê de ye. Erdogan me bi awayê zindî xist gorê. Agirê ku bi dilê min ket bi dilê hevjîna wî Emîne bikeve. Ger edaleta we hebûya dê mirov di nava nexweşxaneyê de nehatina qetilkirin.”

‘Malbata min a xweşik belav kirin’

Emîne Şenyaşar diyar kir ku malbatek hatiye tunekirin û got: “Malbata min a xweşik belav kirin. Edaleta we ev e? Bila agir bi pergala we ya edaletê bikeve, derî li ser we werin girtin. Çima wezîrê dadê ji hundir dernakeve? Ditirse loma dernakeve? Dewletên kafiran jî hene. Di yên wan de tiştek wiha tune ye.”

Emîne Şenyaşar daxwaz kir ku hemû dîmenên dema qetliamê derkevin holê û wiha got: “Çima hûn qeydên kamerayê dernaxin holê? Derxin ger kurê min sûcdar be bila di girtîgehê de bimîne. Min jî bigrin, êdî bes e, we agir bi dilê min xist, bila agir bi dilê we jî bikeve.”

Ferît Şenyaşar, piştî çalakiyê çû meclisê.