Li Rihayê wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir
Li Rihayê di encama qezaya ku di mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan-Karkerên çandiniyê li ser Rêya Derdor a navbera navçeya Pirsûs ya Rihayê û Kaniya Xezalan qeza kirin.
Li Taxa Aydinliyê mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn ji kontrolê derket û tekera wê teqiya û li dîwarê qeraxa rê ket. Piştî qezayê ekîbên tendurustiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û tesbît kirin ku Fethiye Kasap, Bahar Akkuş û kesekî nav nehat zanîn jiyana xwe ji dest dane.
17 kesên di qezayê de birîndar bûn ji bo dermankirinê bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Riha û derdorê.