Li Rihayê jinek hat kuştin

Li Siwêreg a Rihayê hat hînbûn jina bi navê Y.K. ji ber sedemên nayê zanîn întihar kiriye.

 Riha - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, hat zanîn jina bi navê Y.K. a 42 salî întihar kiriye. Li gorî angaştê, Y.K. dema ku bi tena serê xwe li mal bûye dawî li jiyana xwe aniye. Piştî bihîstina bûyerê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Y.K. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolînê ji bo otopsiye cenaze sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Rihayê kirin. 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.