Li Reqayê 7 salên bi destkeftiyên jinan

Jinên Reqayê yên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn û ev pêvajo wek jidayîkbûneke pênase dikin diyar kirin ku ew ê destkeftiyên xwe biparêzin û li ser xeta şervanên ku ji bo axa xwe canê xwe feda kirin bimeşin.

YUSRA EL EHMED

Reqa – Rizgarkirina Reqayê ket sala xwe ya 7’emîn. Çeteyên DAIŞ’ê ên ku Reqayê wek paytext bikar dianîn kiryarên hovane li ser gel dida meşandin. Bi dehan jin dibin navê olê de hatin recm kirin û darvekirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di sala 2016'an de ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêngava "Xezeba Firatê" da destpê kirin û bajar di 17'ê Cotmeha 2017'an de hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê jinên Reqayê di avakirina pergala netewa demokratîk de pêşengtî kirin û ev tarîtiya ku li ser bajêr hatibû pêçandin rakirin.

‘Rizgarkirina Reqayê hemû kevneperestî têk bir’

Endama Meclisa Jinên Sûriyê Itîmad El Ehmed piştî rizgarkirinê rewşa jinên Reqayê nirxand û got: "Hêzên parastina jin û hêzên cewherî roleke girîng û rêvebir di rizgarkirina Reqayê de lîstin û ji bo bidestxistina azadiyê berdelên pir giran dan. Jin dest bi xwebirêxistinkirin û perwerdekirina xwe kir û li gorî pergala netewa demokratîk û sîstema Rêveberiya Xweser meşiya û tevlî nava hemû aliyên civakê bû. Ji şaneya biçûk ango komîn û heta ya mezin ango hevserokatiyê. Jinan bi rola xwe rabûn. Jinan gelek deskeftî di qada leşkerî, aborî, siyasî û civakî de bidest xistin. Tevger û rêxistinên jinan hatin damezrandin û hebûna wan bû siya xweparastinê. Damezrandina Kombûna Jinan a Zenûbiya roleke girîng û erênî di têkbirina kevneşopiyên civakî de lîst."

‘Jin bi riya pûrtikên Rêber Apo dîroka xwe naskir’

Itîmad El Ehmed di berdevamiya axaftina xwede ev yek anî ziman: "Jinan gavên gelekî baş ber bi pêşketinan û guhertinan de avêtin. Ew jî bi riya naskirina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbû. Bi vê yekê jinan dikarîbûn dîrok û rastiya xwe nas bikin û bibin xwedî îrade. Bi sedema krîz, şer û destwerdana dewletên derve DAIŞ’ê dikarîbû derbasî heremê bibe û kontrol bike. Jin rûbirûyî hovîtî, binpêkirinan hatin û berdêlên herî giran dan. Karê jinan di nav meclisa jinên Sûriyê de ew e ku li gorî perespektîf û armancan tev bigerin.”  Itîmad El Ehmed di dawiyê de bang li hemû jinên Sûriyê kir ku armanc û refên xwe bikin yek û wiha pê de çû: “Eger ne ji berdêlên jinan ên giranbuha bana em ê negihîştibana vê rojê. Em ê li ser xeta şehîdên xwe bimeşin heta em armanca wan pêk bînin."

‘Rizgarkirina Reqayê pêvajoyeke dîrokî bû’

Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kînana Ebdo got: "Ji aliyê DAIŞ’ê ve gelek binpêkirin û kiryarên hovane li dijî welatiyan pêk hatin. Jin ên herî zêde ne ji van binpêkirinan zirar dîtin. Gelek qeyd û bend li dijî jinan hatin ferzkirin mîna ferzkirina lixwekirina cilên reş. Her wiha DAIŞ hewil da tirsê bixe nav her malekê. Jinên Êzidî piştî qetilkirina malbatên wan hatin revandin û kiryarên herî hovane li dijî wan pêk hatin. Di heman demê de li bazara Nexase hatin firotin. Kiryarên wan mîna kiryarên dewleta Osmaniyan bûn. Ev tê wê wateyê ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike. Ez şahid bûm dema jinekê hewil da xwe ji jora pira kevin bavêje ji bo ku kiryar li dijî wê pêk neyên. Ol weke awayekî bikaranîn."

‘Jinên Reqayê li hêviya van kêliyan rizgarkirinê bûn’

Kînana Ebdo di berdewama axaftina xwe de got ku piştî rizgarkirinê gelek guhertin di rastiya jinan de çêbûne û wiha pê de çû: “Îro roj jin dikarin azadiya xwe bidest bixin û bûn fermandarên di navendên biryaran de. Niha jin dikarin dengê xwe bidin, nerîna xwe parve bikin, azadî û mafê xwe bê tirs bixwazin. Em ê li ser fikrê demokratîk bimeşin û em ê parastina axa xwe de bikin. Kêliya rizgarkirinê dîrokî bû. Her jinek ji jinên Reqayê li hêviya van kêliyan bûn."

‘Bi rizgarkirina Reqayê re kesayetên fermandar derketin’

Hevseroka Meclisa Jinan ya Partiya Sûriya Pêşerojê Fatma El Elî jî der barê rizgarkirina Reqayê anî ser ziman û got ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şoreşa azadiya jinan destpêkir û di cîhanê de deng veda. Fatma El Elî wiha axaftina xwe domand: “Jinan piştî rizgarkirina bajêr ûji rizgariya sîstema mêrserdest û têkbirina DAIŞ’ê, li gor  perspektîfên pergala neteweya demokratîk roleke girîng li ser asta siyasî lîstin. Niha jin di astên siyasî de ne û nerîna xwe bi azadî bê tirs parve dikin."