Li deşta Akkarê ya Lubnanê cenazeyê jinek hate dîtin

Li herêma deşta Akkarê ya Lubnanê, cenazeyê jinekî ku bi amûrekî hişt hatiye qetilkirin hate dîtin. Di lêkolînên ewil de, hate diyar kirin ku êrîşkar hevjinê wê ye.

Navenda Nûçeyan – Şeva borî li navçeya El-Qanîse ya deşta Akkarê ya Lubnanê, cenazeya jina binavê Nabîla Mahmud a 45 salî li mala wê hate dîtin. Lêkolînên ewil de, hate diyar kirin ku êrîşkar hevjinê wê ye.

Di nava bûyerên tundî û cînayetên li navçeya El-Qanîse ya deşta Akkarê ya Lubnanê de, jinek hate qetilkirin. Lêpirsîn, gumanê serekê hevjinê jinê nîşan dide.

Lêpirsînên destpêkê, eşkere kirin ku jina mexdûr bi amûrekî tûj rastî îşkenceyê hatiye. Hêzên ewlehiyê û erkdarên adlî tibê hatin cihê bûyerê û dest bi lêkolîna bûyerê kirin. Piştre cenaze, ji bo muayeneya adlî tibê sewqî Nexweşxaneya El-Yûsuf li Helbayê hate kirin.

Dezgehên çapemeniyê, ragihandin ku êrîşkar hevjinê jinê ye û di hundurê mala xwe ya li bajarokê El-Qanîse li Deşta Akkarê de bi îşkenceyê hevjîna xwe qetilkirine.

Der barê diyar kirina sûcdar û gumanbaran de lêpirsîn didome.