Li Raperînê li dijî tundiyê rêzeçalakî hatin lidarxistin

Di çarçoveya çalakiyên kampanyaya 16 rojên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan de, li zanîngeha Raperînê der barê tundiyê de panelek hat lidarxistin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn - Li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên taybet ên ji bo kampanyaya 16 rojan a pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan de, li hola zanîngeha Raperînê ya li Ranyayê, bi hevkariya rêveberiya pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan û malbatê û zanîngeha Raperînê panelek hat lidarxistin. Panelê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir ğiştre seroka zanîngeha Raperîn Peyman Remezan gotarek pêşkêş kir.

Panel ji aliyê Dr. Rûxsar Mihemed ve bi sernavê ‘Bandora perwerde û ragihandinê li ser tundiya malbatê’ mijarek pêşkêş kir û du şanoyên bi navê ‘Jiyan berdewam dike’ û ‘Cudahiya zayendî’ hatin pêşandan.

‘Divê çalakî bidomin’

Seroka zanîngeha Raperînê Peyman Remezan der barê kampanyayê de ji ajansa me re wiha got: “Her sal di 25’ê Mijdarê de kampanyaya pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan tê destpêkirin. Girîng e ku çalakiyên bi vî awayî ji bo hişyarkirina jinan û malbatan berdewam bikin. Îro jî di vê çarçoveyê de me panelek li dar xist û tê de du şano ku bi taybetî li ser pirsgirêka tundiya li dijî jinan û malbatê bû hat nîşandan. Ev çalakî nîşan didin ku bi salan e jin rastî tundiyê tên. Li gorî daneyan di her rojê de, her saet û di her kêliyekê de sê malbat yan jî sê jin rastî tundiya malbatê tên. Pirsgirêka tundiyê ne tenê li herêma Kurdistanê, li hemû deran û di nava hemû civakên cîhanê de heye.”