Li Qeladizê ji bo 8’ê Adarê Semîner hat dayîn

Li bajarokê Qeladizê bi boneya 8’ê Adarê semînerek li ser rol û pêşengiya jinan de hat dayîn û jinên bejdarî semînerê bûn gotin ku pêşengiya jinan dê ji civakê re azadiyê bîne.

DÎVAN SÎHAM

Raperîn- Îro di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de li mala Kelûpor û Rewşenbîrî ya Pişder a li bajaroka Qeladizê yê Raperînê, ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve semînerek hat dayîn. Di semînerê de li ser rol û dîroka jinan axaftin hatin kirin.

Semîner ji aliye endama Tevgera Azadiyê, Şadî Semed ve hat dayîn, behsa xebat û têkoşîna jinan kir û got: “Ji dîrokê ve heta niha di şoreşan de jinan pêşengî kirine û tu caran li hemberî dijmin û dagirkeran, teslîm nebûne. Daxwaza me ew e ku jin bibin yek, zêdetir bixebitin û xwe bi rêxistin bikin, li dijî tundîtûjiyê bisekinin û têkoşîn, kar, xebat û çalakiyên xwe berdewam bikin.”

‘Bi têkoşîna jinên azad civak azad dibe’

Kurdistan Helo ku beşdarî semînera 8’ê Adarê bû, di destpêkê de roja 8’ê Adarê pîroz kir û wiha got: “Bi têkoşîna jinan civakek azad ava dibe, ez di wê baweriyê de me ku dê jin parêzvaniya xwe û mafên xwe bikin û bêdeng nebin. Ev çend sal in tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin, em vê tundîtûjiyê bi tu awayî qebûl nakin. Em ê heta serkeftinê şoreş û xebata xwe berdewam bikin.”

‘Jin pêşeng in’

Edîbe Elî ku beşdarî semînerê bû wiha got: “Ez destpêkê 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Divê jin her dem pêşeng bin û fikrên paşverû biguherînin, civakê ber bi pêş ve bibin. Niha rewşa jinan pêşketî ye, jin di hemû aliyan de pêşengiyê dikin û bi ser dikevin.”