Li Îranê rojev gef darvekirin îşkence û kuştina domdar e
Gefên darvekirinê li Îranê ku jin, zarok, ciwan û mele her kes pê re rûbirû dimînin ji aliyê Pasdarên Şoreşê ve fikarên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam li Îranê, zêde kirine.
Navenda Nûçeyan – Di van rojên dawî de raporên ku ji Îranê tên weşandin, nîşan didin ku fikarên li ser xetera darvekirina girtiyên jin, bicihanîna cezayên darvekirinê, girtin û dûrxistina welatiyan, gulebarankirina ji aliyê hêzên leşkerî ve, kuştina sivîlan û bikaranîna vegotinên bi darê zorê zêde dibin. Li gorî çalakvanên mafên mirovan û mafên jinan, diyar kir ku berdewamiya tepeserkirinê û nebûna mekanîzmayek bi bandor ji bo parastina qurbaniyan nîşaneyek xeter e.
Jinên di xetera darvekirinê de: Ji Paxşan Ezîzî heta Bêta Hemmtî
Di pêla dawî ya cezayên darvekirinê yên ku têne dayîn û bicihanîn de, herî kêm fikar li ser çarenûsa şeş girtiyên siyasî û rewşenbîr ên jin zêde bûne. Di nav van jinan de Paxşan Ezîzî, Zahra Şahbaz Tabarî, Nasîmeh Îslamzî, Maryam Hadavand, Arxavand Fallahî û Mahnaz Şardolî hene. Her wiha fikarên li ser îhtîmala vegerandina cezayên darvekirinê ji bo Paxşan Ezîzî, Warîşe Muradî û Bêta Hemmtî jî berdewam dikin.
Mona Malekî, Misilmaneke Sunnî ya 27 salî ye. Piştî zêdetirî du hefteyan ji girtinê, di beşa jinan a girtîgeha Navendî ya Sineyê de di hucreya yekkesî de dimîne. Nahîd Fellahetî, jineke misliman a Behayî ya li girtîgeha Adelabad a Şîrazê girtî ye, piştî 35 rojan ji girtinê di rewşeke tenduristiyê ya nebaş de dimîne. Her wiha ji serdanên malbatê û axaftina bi telefonê heftiyek hatiye bêparkirin. Tuba Muradî Moqawî ku bi navê “Tîna” jî tê nasîn, yek ji wan kesên ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de li bazara Tehranê hatin girtin e. Tuba, piştî ku bangek ji bo destpêkirina girtina xwe bigre, hate girtin û ji bo cezayê xwe bikşîne, sewqî Şaxa 1’emîn a Daîreya Bicîhanîna Cezayê ya Ofîsa Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya li Navçeya 33’emîn a Tehranê hat kirin.
Elî Reza Sîpahî: Ji darvekirinê heya zindanê
Elî Reza Sîpahî, yek ji wan kesên ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatin girtin û di doza “Meydana Elîxanî li Îsfehanê” de hatin mehkûmkirin e. Elî Rezayê girtî, berî ku bibin cihê darvekirinê, felc derbas kir. Biryar ew bû ku ew li gel Ebu Fazil Sîpahî û Amir Huseyîn Safarî bê darvekirin, lê piştî muayeneya bijîşkî ew birin nexweşxaneyê û dû re vegerandin Zindana Dastjerdê ya Îsfehanê.
Cezayên rêjîma Îslamî li Îranê berdewam in
Di rojên dawî de, cezayên darvekirinê yên Elîcan Jeravand ê ku welatiyekî Kurd ê ji Kuhdeştê ye û Ferzad Sobhanî, li Zindana Qizil Hesar a li Kerec û Urmiyê hatin bicihanîn. Cezayên darvekirinê yên Nadir Abil, Ehmed Tabatabaî Zoreh û Hesen Xelîlî jî li Zindanên Taybad û Qizil Hesar hatin bicîhanîn. Rapor nîşan didin ku 5 girtiyên ku ji ber sûcên têkildarî madeyên hişber cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn li Girtîgeha Taybadê hatine darvekirin ên bi navê Elî Resolî, Ehsaq Merhaeî, Şemsedîn Afşarî û Ferec Yahya li girtîgehên Hemedan, Wakîlabad, Meşhed û Markazî li Zencanê hatine darvekirin. Girtiyekî Belûcî ye û li Meşhedê bi dizî bêyî agahdariya malbata xwe hatiye darvekirin.
Odeya 41’emîn a Dadgeha Bilind, cezayê darvekirinê yê li dijî Benjamin Naghdî pejirand û Mehdî Roşanî ku girtiyekî siyasî yê ji Malekşahî li Îlamê ye jî, rastî cezayê darvekirinê hatiye.
Çarenûsa 9 welatiyên ku di nav de ciwanekî 16 salî yê di encama xwepêşandanên Çile yên li Esfarayenê de hatiye girtin heye, hîn jî nayê zanîn. Esmaîl Xetrî, Mîlad Marûtî û Mahan Seîfî jî di rojên dawî de hatine girtin. Peyam Hosyeînî ku werzişvanekî 18 salî ji Kamyaranê ye, rastî cezayê girtîgehê yê salek hat. Seîd Mohammadyarî ku werzişvanekî 36 salî ji Kuhdeştê ye, ji bilî tecrîda civakî û sirgûnê, 8 sal cezayê girtîgehê xwar.
Ji Kuştina kolberekî heta gulebarandina sivîlan
Li herêmên sînor, kolberek li Başmaqa Merîwanê ji aliyê hêzên leşkerî ve hate kuştin. Mehdî Kermanî wekî kolberê mirî yê vê herêmê hate nasîn.
Ebbas Xosrcî, welatiyekî Ereb ê 35 salî û bavê du zarokan e, ji Ehwazê ye. Ebbas jî bi guleyên rasterast ên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) dema ku çopê berhev dikir, hate kuştin. Seyed Ehmed Îsmaîlî ku welatiyekî Kurd ê ji Mehabadê ye jî, li Bokanê ji aliyê hêzên IRGC ve hate kuştin û tê ragihandin ku cenazeyê wî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.
Li Raskê du sivîl, di nav de Ebdulkerîm bin Mihemed Huseyînî, ji aliyê hêzên leşkerî û sînor ve hatin kuştin. Kerîm Berahî, welatiyekî Belûcî yê 24 salî ye, li Yezdê ji ber birînên serî mir û Mehran Ezîzî yê 21 salî jî li Başûrê Rudbarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate gulebarankirin.
Îtîrafên bi zorê û zextên li ser kêmneteweyên olî
Raporên binçavkirina bêserûber, îşkence û îtîrafên bi zorê berdewam dikin. Polîsên Tehranê ragihandin ku welatiyek ji ber çalakiyên wî yên serhêl hatiye girtin û vîdyoyek ji îtîrafên wî weşandiye, her çend şert û mercên derbarê tomarkirinê de hîn ne diyar in jî.
Di 29’ê Tebaxê de, Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Maî Sato, li ser rewşa mafên mirovan a li Îranê, ragihand ku herî kêm 61 Behayî û 79 Xiristiyan, hatine binçavkirin an jî girtin. Wê fikara xwe li ser raporên îşkenceyê yên ku ji bo wergirtina îtîrafên bi zorê û weşandina van îtîrafan li ser medyaya dewletê anî ziman. Di nav Behayiyên hatine binçavkirin de Payam Valî, Roya Sabet, Artîn Xazanfarî, Şakîla Xasemî, Bîvand Naîmî û Pourna Naîmi hebûn. Li gorî maî Sato, Bîvand û Pourna Naîmî da ku bi zorê li xwe mikur bên bi cezayê darvekirinê tên tehdîtkirin.
Maî Sato her wiha nîgeraniya xwe li ser girtin û lêdana Mihemed Nîkbaxt ku kesek bûye Xiristiyan e, desteserkirina Dêra Mizgînî ya St. Petrûs li Tehranê û derxistina 27 Xiristiyanên Ermen û Asûrî anî ziman. Maî Sato got ku ev doz, digel serdegirtinên malan, desteserkirina milk û sûcdariyên ewlehiyê yên li dijî kêmneteweyên olî, pirsên cidî li ser azadiya ol û baweriyê derdixe holê.
Gefên rexnegirên cezayê mirinê û çalakvanên medyayê
Piştî nerazîbûnên niştecihên Îsfahanê li dijî darvekirina girtiyan di meha Çile de, piştgiriya teqawîdbûyan ji bo kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, zêdebûna daxwazên ji bo berdana girtiyên siyasî û bikaranîna berfireh a dirûşmeya "Ji cezayê darvekirinê yên li Îranê re na", Dozgerê Giştî yê Tehranê gef xwar ku her nerazîbûnek li dijî bicihanîna cezayan, dikare bibe sedema darizandina kesan. Dozgerê Giştî yê Tehranê rexnegirên cezayê darvekirinê wekî “alîgirên rasterast û nerasterast ên komplogerên darbeyê” bi nav kir û gef xwar ku dê li dijî her kesê ku li dijî biryarên qanûnî yên ku ji hêla saziyên dadwerî yên cûrbecûr ve têne nirxandin, tedbîran bigre.
Pêdiviya berpirsyariyê û çalakiya pratîkî
Pisporên mafên mirovan û mafên jinan bawer dikin ku bertekên navneteweyî divê ne tenê bi dayîna daxuyaniyan û îfadekirina fikaran sînordar bin. Her wiha nebûna tedbîrên pratîkî û mekanîzmayên bi bandor ji bo berpirsyarkirina Komara Îslamî bûye sedema berdewamiya darvekirin, girtin, îşkence û tepeserkirinê.
Ew hişyarî didin ku jin, çalakvanên siyasî û sivîl, zarok, ciwan û welatiyên din hîn jî rastî tundî û tepeserkirinê tên û divê civaka navneteweyî tedbîrên bibandortir bigre da ku piştgiriya qurbaniyan bike û sûcdarên binpêkirinên mafên mirovan li Îranê hesab bipirsin.