Li Qaqizmanê Hanîfe Demîr a 18 salî mirî hat dîtin
Li Qersê Hanîfe Demîr a ku malbat û destgirtiyê wê tundî lê kirin, bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
Qers - Li gundê Karabaglarê yê navçeya Qaqizman a Qersê cenazê Hanîfe Demîr a 18 salî, bi awayekî gûman jiyana xwe ji destdayî hat dîtin. Li gîrî agahiyên ku hatin bidestxistin Hanîfe, berî bi 4 mehan bi mirovnê bi navê Tayfun re bi darê zorê hatiye nîşankirin. Hanîfe piştî bidergistî bûye hem malbata wê hem jî destgirtiyê wê tundî lê kirine. Tê îdakirin ku Hanîfe ji ber tundiyê întîhar kiriye.
Hat hînbûn ku derbarê bûyerê d lêkolîn hatiye destpêkirin.