Li Qamişloyê li ser rewşa Sûriyeyê sempozyûm hat lidarxistin

Li Qamişloyê Konseya Ciwanên Kurd sempozyûmek bi navê “Nêrîna ciwanan li krîza Sûriyeyê û têgeha biratiya gelan’ hat lidarxistin. Berdevka Konseya Ciwanan a Kurd Arîn Halawî, di aavakirina civaka demokratîk de bal kişand ser rola ciwanan.

Qamişlo – Li bajarê Qamişloyê Konseya Ciwanên Kurd sempozyûmek bi navê “Nêrîna ciwanan li krîzê û têgeha biratiyê” li dar xistin. Ji bo sempozyûma ku duh hat lidarxistin, ji hevgirtiyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan ciwan beşdar bûn.

Di sempozyumê de rûniştinên bi sernavê “Guherînên siyasî yên li Sûriyeyê”, “Li dijî hikumeta Şamê alternatîfek çawa dikare were avakirin” “Ji destpêkê heta dawiyê şoreşa Sûriyeyê û bingehên wê”, “Li Sûriyeyê tevgera şoreşger”, “Di belavkirina pirçandiyan de rola ciwanan” hatin lidarxistin.

‘Çareserî neteweya demokratîk e’

Berdevka Konseya Ciwanên Kurd Arîn Halawî ya tevli sempozyûmê bû ji ajansa me re nirxandin kir. Arîn Halawî diyar kir ku hikumeta Şamê beriya krîza li Sûriyeyê tovên nifaqê belav kiriye û wiha got: “Îro bi saya xebatên neteweya demokratîk ku bi pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan, hevgirtiyên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re di nava wekheviyê de dijîn.”

‘Ciwan di avakirina civaka demokratîk de roleke girîng lîstin’

Arîn Halawî bal kişand ku ciwanan bi Şoreşa Rojava re ji bo avakirina civaka demokratîk roleke girîng lîstine û wiha domand:

“Şoreşa Rojava, ji aliyê guherîna rewşa civaka Kurd û pergaleke ku her kes xwe tê de bibîne ve girîng bû. Divê ji bo ciwanan saziyên hevgirtî werin avakirin, piştigirî ji bo guherînên siyasî û civakî were nîşandan. Divê behsa fikrên neteweya demokratîk were kirin û ev yek li tevahiya Sûriyeyê belav bibe. Bi taybetî bi riya semînerên diyalogê di navbera hemû hevgirtiyan de divê nîqaş werin kirin.”