Li Qamişloyê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin
Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişloyê bi dirûşma “Bimre hêzên komploger, bijî berxwedana Îmraliyê” daketin qadan û tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Qamişlo - Welatiyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bimre hêzên komploger, bijî berxwedana Îmraliyê” daketin qadan û bi meşeke girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû hildan her wiha welatiyan bi dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Berxwedan jiyan e berz kirin. Meş ji çerxeriya Sonî ya bajarê Qamişloyê dest pê kir heta çerxeriya şehîd Rûbar bi dawî bû.
‘Desthilatdar dixwazin komployê kûrtir bikin’
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Rûken Ehmed wiha axivî: “Berxwedana ku Rêber Apo li Girava Îmraliyê raber dike, berxwedanek bi rûmet e. Dijmin biryara tunekirina gelê me daye lê gelê me bi biryara berxwedanê li ber xwe dide. Hêzên ku xwe demokratîk dibînin û hêzên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin divê xwedî li erka xwe derkevin. Îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo ku pergala desthilatdar bê hilweşandin, gel li ser piyan e. Îro em jî ji bo ku pergala Îmraliyê bê hilweşandin li ser piyan in. Kesên ku xwedî li Rêber Apo derdikevin, berê xwe didin riya azadiyê û yên ku îro ji bo Rêber Apo dengê xwe bilind dikin di azadiyê de îsrar dikin. Ji bo ku em pergala Îmraliyê hilweşînin divê em li ser lingan bin, ji ber ku çalakiyên gel dijmin ditirsîne.
‘Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî mirovahiyê ye’
Rûken Ehmed bal kişand êrîşên dewleta tirk li dijî hebûna gelê Kurd û wiha domand: “Îro şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan bi rê ve diçe, ji lewre dijmin ji bo ku şoreşa jinan bitebisîne êrîşî vê axê dike. Dewleta tirk a dagirker li Başurê Kurdistanê têk çûye loma pêwîstiya wê bi serkeftinekê heye, ji lewre em jî dibêjin em ê wê serkeftinê di qirika we de bihêlin. Em bi hêza jin û ciwanan li hemberî êrîşên qirker ên dewleta tirk têdikoşin. Îro mayina gelê me li ser axa xwe bersiva herî mezin e ji dijmin re. Ne tang û ne jî topên dewleta tirk me natirsînin û em ji axa xwe qut nabin. Azadî bi rehetî pêk nayê loma bedelên azadiyê jî hene. Rêber Apo ji bo azadiyê dibêje ‘Ger azadî ewqas hêsan bûya Ronahî û Bêrîvanê bedenên xwe nedidan ber agir.’ Loma azadiya Rêber Apo azadiya tevahî mirovahiyê ye. Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê sekn ji gelê Kurd re nîn e. Rêber Apo heqîqet e, hebûna gel bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Em li vir bang civaka navneteweyî, saziyên CPT dikin û dibêjin bila xwedî li erkên xwe derkevin û pîvanên xwe binpê nekin. Tenê Rêber Apo dikare qeyrana Rojhilata Navîn çareser bike loma armanca me ew e ku em Rêber Apo bi fizîkî azad bikin.
Fadya Silêman ku beşdarî meşê bû jî helwesta xwe li dijî tecrîdê wiha anî ziman: “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Li ber çavên cîhanê tecrîdek giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Em bang li saziyên mafên mirovan û CPT’yê dikin ku tecrîd rakin û xwedî li erka xwe derkevin. Em soz didin Rêber Apo û şehîdan ku em ê heta dawiya jiyana xwe li pey doza azadiyê bin. Heta em Rêber Apo bi fizîkî azad nekin em di cihê xwe de nasekinin.”
Behiye Ehmed Hesen jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha helwesta xwe anî ziman: “Îro em ji bo Rêber Apo li qadan in. Em ne tenê hevdîtinê dixwazin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî dixwazin. Em bang li dewletên cîhanê dikin û dibêjin bila êdî dengê xwe derxin. Rêber Apo heta roja îro ji bo gelan têdikoşe loma heta dawiyê em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin.”
Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.