Malbata Şenyaşar: Ji bo jiyaneke mirovî em edaletê dixwazin

Malbata Şenyaşar di roja 654'an a nobeda edaletê de peyama "Bila tu kes bi hêza xwe ya siyasî bawer neke" parve kir.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 654’an de berdewam dike. Malbatê ji mala xwe ya li navçeya Pirsusê hatin ber deriyê edliyê, li wê derê nobeta xwe berdewam dikin.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama, “Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neyne. Navê Xweda yê siyaset nîne. Lê navên wî yên bi Heq û Adil hene. Em xwe dispêrin van her du navên Xwedê û li Rihayê 654 roj in ji bo jiyaneke weke mirovan em Edaletê dixwazin” parve kirin.