Li Qamişloyê ji bo zarokan pirtûkxaneya yekem

Berpirsyara pirtûkxaneya zarokan a bi navê Mektebetî, Leyla El-Mihemed behsa yekem pirtûkxaneya zarokan di dibistana Şerîf El-Redî ya bi navê Mektebetî ya zarokan kir û got ku armanca wan ew e çanda xwendinê di civaka me de bi pêş bikave.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo-. Xwendin ji bo ku mirov bigihîje zanîn û agahiyên nû, xwedî girîngiyek mezin e. Her ku zanîna mirov zêde dibe, ewqas jêhatîbûn jî çêdibe. Berpirsiyara Pirtûkxaneya zarokan a bi navê Mektebetî, Leyla El-Mihemed ji me re behsa yekemîn pirtûkxaneya zarokan a ku di dibistana Şerîf El-Redî de bi navê Mektebetî hatiye vekirin kir.

Pirtûkxaneya Mektebetî

Leyla El-Mihemed wiha behsa vekirina pirtûxaneyê kir: “Ev nêzî du mehan e ku me dest bi vê pirtûkxaneyê kiriye di hundirê dibistanê de, vekirina vê pirtûkxaneyê fikra kesek ji derveyî welat bû. Xwest tiştekî bi sûd ji zarokan re bike da ku zanîna zarokên welatê me zêde bibe.”

’Pirtûkên bi zimanê Erebî Kurdî û Îngilîzî hene’ 

Leyla El-Mihemed diyar kir ku armanca wan bi vekirina pirtûkxaneyê ew e ku çanda xwendina zarokan di civakê de bi pêş bikeve û wiha berdewam kir: “Pirtûkên di pirtûxaneyê de bi zimanê Erebî, Kurdî û Îngilîzî ne hejmara pirtûkan nêzî 130 in, bi giştî pirtûk ji derveyî welat hatine şandin. Girîngiya vê pirtûkxaneyê ji bo zarokan ew e ku xwendin û zanebûna wan zêde bibe, wexta xwe vala derbas nekin, werin pirtûkxaneyê fêrî xwendinê bibin. Carna mamoste waneyên wan vala dimînin şagirdan tînin pirtûkxaneyê wan fêrî xwendinê û wêneyan dikin. Armanca me bi vekirina pirtûxaneyê ew e ku çanda xwendinê di civaka me de bi pêş bikeve.”

‘Divê di her dibistanê de pirtûkxane were vekirin’

Leyla El-Mihemed xwest ku di her dibistanê de pirtûkxane were vekirin û wiha bi dawî kir: “Dixwazim di pêşerojê de pirtûk li pirtûkxaneya me zêde bibin û mamoste pêhtir xwendekarên xwe zana bikin û ji hemû zimanan pirtûk di pirtûkxaneyê de hebin. Bi hêvî me ku pirtûkxane di hemû dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de werin vekirin da ku ev nifşên ku perwerde dibin zana, jîr û jêhatî bin.”