Li Qamişlo û Kobanê pêşangehên pirtûkan
Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Qamişlo û Kobanê pêşengehên pirtûkan hatin li dar xistin û li Şehbayê jî konê çalakiyê dewam dike.
Navenda Nûçeyan - Li Qamişlo û Kobanê pêşengeha wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullaha Ocalan hat vekirin. Li Şehbayê jî Konê çalakiyê ku ji bo agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin di 15'ê Adarê de hatibû vedan bi çalakiyan dewam dike.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rêxistina Kongreya Star, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li hola navenda Kongreya Star a Kobanê pêşengeha wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kirin. Di pêşengehê de 200 pirtûkên cur be cur ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê azadiya jin de nivîsandibûn, her wiha hîn pirtûkên li ser têkiliya di navbera jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatibûn pêşandan. Welatiyên Kobanê û bajarokê Sirînê, Rêveberiya Xweser, sazî û rêxstinên civaka sivîl serdana pêşengehê kirin.
Pêşengeh bi serdanan bi dawî bû.
Li Qamişlo pêşengeha pirtûkan
Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 24’ê Adarê ve Rêxistina Kongreya Star a Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên mîna semîner, meş û daxuyanî li dar dixînin. Îro jî bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengehek pirtûk û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate li dar xistin. Hemû sazî û dezgehên civaka sivîl û Kongreya Star beşdar bûn. Pêşengeh bi pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku bi zimanê kurdî, erebî û wêneyên bi siyasetmedar, jin, zarok û xwezayê pêk tên hatibû pêşendan. Girêdayî pêşengehê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Rîhan Loqo nêrîna xwe parve kir.
Rîhan amadekariyên 4'ê Nîsanê wiha dinirxîne: "Ev demeke em amadekariyên rêzeçalakiyên 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo dikin. Îro jî bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star pêşengeha pirtûk û wêneyên Rêber Apo tên pêşandan. Mebesta me ji vê pêşengehê ewe ku gel zêdetir xwe li ser bingeha fikir û felsefeya rast perwerde û zane bikin. Me hemû kesan vexwendiye pêşengehê û em pirtûkan weke diyarî didin. Rêber Apo ji bo me gelek xebatên pîroz meşandiye û em bi saya wê îro hebûna xwe mayinde dikin. Daxwaza me jî ewe ku bi van pirtûkan em civakek azad û demokrat ava bikin."
Wê pêşengeha pirtûk û wêneyên Rêberê Gelê Kurd îro di seat 15:00'an de bi dawî bibe.
Li Şehba konê çalakiyê dewam dike
Di 14'ê Adara 2021'an de di medya civakî de di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin îdeayên cidî hatibûn belav kirin. Piştî wê li herderê Kurdistanê û derveyê welat çalakiyên nerazîbûnê û konên çalakiyan hatibûn vedan. Di 25'ê Adarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin bi birayê xwe Mehmed Ocalan re çend deqeyan pêk anî, lê ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga hevdîtina hiqûqî bi parêzeran re kir telefon hate qutkirin. Di 15'ê Adarê welatiyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, em ê azadiya xwe biparêzin" li navçeya Fafîn a Şehbayê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konê çalakiyê vedan da ku agahiyek bi tendurist ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û dewam dike.
Îro jî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê tevlî çalakiya konê bûn. Her wiha di xwepêşandanê de dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê jiyana azad û mafên gelên bindest tên guhdarkirin. Di heman demê de stran, kilam û helbest jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên gotin. Çalakiya konê wê heta agahiyek bi tendurist ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin dê dewam bike.
Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê Zekiye Bereket têkildarî konê çalakiyê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrîna xwe parve kir.
"Çalakiyên nerazîbûnê dewam dikin"
Zekiye tecrîda girankirî yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha nêrîna xwe parve kir: "Di 14'ê Adarê de agahiyek cidî di derbarê Rêber Apo de hate belavkirin, piştî wê gelê kurd ji heft salî heta heftî salî rabûn serhildanê û daxwaza agahiyek ji Rêber Apo kirin. Me jî wek welatiyên Efrîn û Şehbayê dest bi xwepêşandanê kir û bi rojane sazî û dezgehên me bi vê xwepêşandanê helwestê xwe li dijî dagirkeriya dewleta tirk raber dike. Herî dawî Rêber Apo di 25'ê Adarê de bi birayê xwe re çend kêliyan axivî, lê çidibe bila bibe em weke gelê kurd me soz daye ku heta ev tecrîd li ser Rêber Apo were şikênandin em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Di tu zangonan de nîne ku girtî bi parêzeran re hevdîtin neke, lê dewleta dagirker ji bo ku gelê kurd bê nefes bihêlîne tecrîdek girankirî dimeşîne. Ev yek jî li dijî hemû zagonên mirovî û navdewletî ye. Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo hilma azadiyê kişand, loma em ê herdem ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan bin û çalakiyên xwe dewam bikin."