Li Qamişlo û Kobanê ji bo salvegera fermanê çalakî
Li Qamişlo ji bo fermana 74'an pêşengeha wêneyan û li Kobanê jî meşek girseyî hat li dar xistin.
Kobanê/Qamişlo – Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran Kurdên Êzîdî rastî qetlîam, rivandin û koçeriyê hatin. Di salvegera 7'emîn a fermana Şengalê li seranserî Rojavayê Kurdistanê çalakî tên li dar xistin. Îşev jî li bajarê Kobanê bi pêşengtiya Rêxistin Kongreya Star meşek girseyî hate li dar xistin. Li Qamişlo jî ji aliyê Nefel Production pêşengeha wêneyan hate li dar xistin.
Li Qamişlo pêşengeha wêneyên fermanê
Bi hatina salvegera fermana 74'an a Şengalê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Nefel Production ku rojnamevanên ku di fermana Şengalê de cih girtine û wêne kişandine, pêşengeha wêneyan hate li dar xistin. Di pêşengehê de 116'e wêne hatin pêşandan. Her wiha wêneyên ku Nûjiyan Erhan ku di dema fermanê de kijandibû hate pêşandan. Di heman demê de gelek rojnamevan beşdarî pêşengehê bûn. Di pêşengehê de rojnamevanên ku cih di fermana Şengalê de girtine axivîn.
“Nûjiyan bi kamere û wênekêşa xwe êşên fermanê gihand cîhanê”
Rojnamevan Jinda Asmen pakrewanên fermana Şengalê bi bîr anî û wiha got: "Ez di serî de hemû şehîdên ku li Şengalê canê xwe feda kirine bi bîr tînim. Ez dixwazim di gotina xwe de qala Nûjiyan Erhan bikim. Ferman dema nû pêk hatibû ez û Nûjiyan bi hev re derbasî Şengalê bûn. Nûjiyan Erhan bingeha ragihandinê li Şengalê ava kir. Hemû jinên ku di ragihandinê de cih digirtin Nûjiyan wan perwerde dikir. Nûjiyan kameraya xwe weke çek bi kar anî û belavî nava gel bû. Nûjiyan bi kameraya xwe êş û azara gel digirt û di raya giştî de parve dikir. Nûjiyan bi wêne, pênûs û kameraya xwe vê fermanê parve kir. Heta roja îro jî jinên Êzîdî şopdarî Nûjiyanin û pênûsa ku hiştî ye jinên Êzîdî rakirine. Me bi riya vê pêşengehê dîroka Şengalê li vir zindî kir. Em ê bi van wêneyan bersiva hemû fermanan bibînin."
Li Kobanê meşa bîranîna fermanê
Şêniyên Kobanê bi dirûşma "Bese ji qirkirina Kurdan re, êdî Kurd ne qurbanî kêrê ne" fermana Şengalê şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hêza parastina jin û di meşê de jinan kincên reş li xwe kirin û destên wan bi zinciran weke ku jin çawa hatibûn dorpêçkirin û di destê wan de pelên ku jin bi dolaran dihatin firotin û mêran jî kincên sipî li xwe kiribûn wek ku çawa li bedena wan di xwînê de fetisiye. Li ser Eniyên xwe Şengal nivîsîbûn. Meş ji qada jina azad destpêkir ber bi qada aşitiyê ve herikî. Di meşê de "Bimre Îxanet" , "Bijî berxwedana Şengalê", "Bimre faşîzim," dihatin berzkirin. Piştî ku meş li qada aşitiyê rawestiy. Paşê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl û Endamê Meclîsa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Ehmed Şêxo axivîn.
"Komkujî tên kirin lê hesab neyên xwastin"
Mizgîn di nava axaftina xwe de balkişand ser komkujiya Şengalê û wiha pê de çû: "Li ber çavên hemû dewletên navneteweyî Şengal hatin wêrankirin, çand, ziman û hebûna wan hat hedefgirtin, jin hatin firotin lê tu kesî ne gotin çima ev qirkirin li ser vî gelî tê. Herkesî çavên xwe ji van komkujiyan re girtin, guhê xwe ji hovitiya DAIŞ'ê, dewleta tirk û PDK'ê re girtin îro jî em dibînin ku hîna jî gefên wan dewletan li ser gelê Şengalê heye. Ev qirkirin wek parçeyek ji qirkirina kurdan e, divê ev qirkirin wek jenosîd bên binavkirin li ne bes li ser gotinan an jî axaftinan, divê bi awayên fermî be. Her wiha dewleta tirk bi eynî faşîzmê li Konya ew komkujî pêk anî, ji ber ew malbat Kurdbûn hatin kuştin û şewitandin."
"Şengalê xwe bi rêxistinkiriye"
Yek ji beşdarên meşê Rêveberiya Buroya jin ya Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) ya navçeya Qinê Naz Mihemed Elî diyar kir ku gelê Şengalê xwedî li çanda xwe derdikevin lewra di fermanan re derbas dibin û wiha domand: "Terorên dewleta tirk DAIŞ bi hovitiyeke bê sînor êrîşî Şengalê kirin bê ku bêje ev jine an zaroke, yek ser dest bi qirkirinê kir, li Şengalê xwîn herikî qirîna zarok û dayikan dihatin, ji ber wê hovitiyên gelê Şengalê bi çiyayan de perikî. Her çendî êrîş an jî komkujî li ser gelê Şengalê de bê ew dest ji çanda xwe ya resen bernadin. Îro li Şengalê xweserî hatiye avêtin, hêzên xwe ya leşgerî avakirin, gelê şengalê ne wek gelê berêye, lê hîna jî gef li ser Şengalê hene. Êdî bila dijmin nebêje ku em ê cardin Şengalê di qirkirinê re derbas bikin. Her dewlet dibêjin em van komkujiyan wek jenosîd bi nav dikin lê tenê gotin li ser gotinê dimîne, an jî tenê axaftin û wek nivîsa li ser rûpelan dimîne, heya niha bi awayên piratîkî li ser rûyê erdê nayên kirin. Em bang dikin ku ev komkujiya an jî fermana 74'an wek jenosîd bê pejirandin."