Li Qamişlo û Helebê meşa ji bo Efrînê
Bi armanca şermezarkirina sêyemîn salvegra dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şêniyên bajarê Qamişlo û Helebê meşiyan. Gel hêrs û berteka xwe li dijî bêdengiya dewletên cîhanê anî ziman.
Navenda Nûçeyan -Dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê sê sal li pey xwe hişt. Di nav vê êrîşê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û ji axa xwe koçber bûn. Dagirkirina Efrînê wijdanê hemû mirovên welatparêz aciz kir û her kesê ji bo Efrînê li dilê wan lêdida herikîn qadan. Di 18’ê Adara 2018’an de dewleta Tirk Herêma Efrîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 72 balafirên şer dagir kir, bi vê boneyê îro li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Efrînê gel li ser piyan bû
Li bajarê Qamişlo û bajarê helebê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sêyemîn salvegra dagirkirina Efrînê bi meşên girseyî hat şermezarkirin.
Heleb
Bi boneya salvegera 3’ê a dagirkirina Efrînê bi pêşengiya Meclisa Giştî a taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşek girseyî hat orgenîzekirin. Di meşê de bi sedan şêniyên taxa Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, endamên sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn. Meş ji taxa Şêx Meqsûd Şerqî dest pê kir û heta çerxereya Zeytînê ya taxa Eşrefiyê berdewan kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Berxwedana Serdemê û alên Kongreya Star her wiha pankertên bi nivîs “Bi rihê berxwedana Serdemê û Garê em ê rizgarkirina Efrînê misoger bikim”, “Bes e ji dagirkerî, tecrîd û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye”, hatibûn hildan.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rosîn Mûsa axivî.
‘Em ê Efrînê rizgar bikin’
Roşîn pakrewanên berxwedana serdemê bi bîr xist û wiha got: “Duh Helebçe îro Efrîn berxwedaniya gelê me li dijî kiryarên qirker, serkeftina me misoger dike. Îro Efrîna birîndar sê sal in di bin dagirkeriyê de ye, sê salên tijî kuştin, revandin û rûxandin. Hemû binpêkirinên mafên mirovan di Efrînê de pêk anîn û cîhanê ji wan re li çepikan dixist. Rast e em niha koçber in lê em ê vegerin axa xwe himbêz bikin. Dagirkeriya dewleta Tirk bi ser neket, vîna me bi ser ket.“
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê ” bi dawî bû.
Qamişlo
Bi dirûşma “Na ji dagirkiriyê re dem dema rizgarkirina Efrînê ye” bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li dijî dagirkirina Efrînê meşiyan. Meş ji çarxeriya Osman Sebrî ya taxa Hilêliyê dest pê kir û ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) a li taxa Siyahî rawestiya. Di nava meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên kongreya star, şaxên zeytûnan, wêneyên zarokên Efrînê yên di encama komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane û pankartên bi nivîsa “Na ji dagirkeriyê re, na ji terorîstên cîhadê re û na ji îxanetê re” hatin hildan.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanên azadiyê, Rêvebera Ofîsa Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Daliye Henan axivî.
‘Bi berxwedan û îradeya xwe, em ê vegerin Efrînê ’
Daliye dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û wiha got: “Di şexsê şehîd Barîn û Avêsta de em tevahî şehîdên berxwedana Serdemê bi bîr tînin. Em dizanin dîroka dewleta Tirk tijî komkujî ye. Di 20’ê Çileyê 2018’an de dewleta Tirk careke din bi komployeke nû piştî komploya li ser Rêber Apo di sala 1999’an de, êrîşê Efrînê kir. Bi armanca qirkirina gelê Kurd û tunekirina îradeya wan, dewleta Tirk ev êrîş pêk anî. Tevî ku dewleta Tirk bi hovîtiyeke pir mezin bi hemû çekên qedexekirî êrîşê Efrînê kir jî gelê Efrînê bi berxwedaniya 58 rojan destanên qehremaniyê nivîsandin. Wê dîrok jî behsa Efrîniyan bike ku çawa li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dan. Li pêşiya çavên hemû cîhanê bi hezaran jin û zarok hatin şewitandin, parçekirin û qetilkirin lê ji ber ew jî parçeyek ji vê komployê ne dengê xwe nekirin. Bi berxwedan û îrdadeya xwe, em ê vegerin Efrînê.”
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.