Li Qamişlo komxebata ziman

Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek bi boneya roja zimanê dayikê ya cîhanî li dar xist.

Qamişlo – Bi dirûşma "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê bingehîn ê hemû gelan e"Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 21'ê Sibatê roja zimanê dayikê ya cîhanî komxebatek, bi tevlibûna Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Saziyên Civaka Sivîl û Rewşenbîran, li hola Efrîn a bajarê Qamişloyê li darxistin.
Bi armanca rêzgirtina ji bo roja zimanê dayikê ya cîhanê ji tevahî neteweyên cîhanê 21’ê Sibata 1999'an ji aliyê Rêxistina Çandî ya Neteweyên Yekbûyî  (UNESCO) weke roja zimanê dayikê ya cîhanê hatiya destnîşankirin. Piştî ku zimanê dayikê di nava dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû qedexekirin, bi Şoreşa Rojava re, êdî sal bi sal zimanê dayikê derbasî nava dibistanan bû. Niha derdora 800 hezar xwendekar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin û fêr dibin.
Komxebata ku ji aliyê Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye lidarxistin bi du masayan pêk hat. Masaya yekem der barê di hiqûqa herêmî û navdewletî de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ya duyem jî di pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de perwerdeya pir zimanî û pir çandî.
Mirov bi zimanê xwe hebûna xwe mayînde dike
Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kewser Doko ve hat kirin. Kewser roja zimanê dayikê ya cîhanê li hemû pêkhateyan pîroz kir û wiha domand: "Wekî îro neteweyeyên Yekbûyî ev roj bi fermî kirin roja zimanê dayikê ya cîhanê. Lê tenê ev roj di sînorê dewletan de hiştin. Gelek netew û gel ji zimanê xwe yê dayikê mehrûm man. Li seranserî cîhanê, bi hezaran ziman hebûn lê ji aliyê desthilatdaran hatin tunekirin. Niha jî bi hezaran ziman û çand bi qirkirinê re rû bi rû ne. Niha li gelek welatan têkoşîna ji bo bidestxistina mafê xwebûn û nasnameya bi zimanê zikmakî dest pê kiriye. Her netew bi zimanê xwe hebûna xwe mayînde dike, ji lewre her netew bi zimanê xwe tê nasîn. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa ziman jî pêk hat û hemû pêkhate bi rengekî azad fermî bi zimanê xwe diaxivin û li dibistanan hînî nifşên nû dikin."
Paşê li ser masaya yekem û duyem ji aliyê kesên amade û bi riya tevlibûna bi înternetê nîqaş hatin kirin.