Li Qamişlo gel ji bo pêşengên jinên ciwan meşiyan

Şêniyên Qamişloyê, ji bo bîranîna endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Birûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan - Komalên Ciwan Sara Hogir Riha daketin qadan.

Qamişlo - Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, ji bo bîranîna endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bîşeng Birûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalên Ciwan Sara Hogir Riha yên di 28’ê Tirmeha 2023’an de di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan meşek girsiyê li dar xistin.

Meş, bi tevlibûna şêniyên Qamişloyê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji Çerxeriya El Şerq a li Qamişloyê dest pê kir, heta ber Goristana Şehîd Delîl Sarûxan berdewam kir.

‘Em dixwazin li ser axa xwe bi aramî û azadî bijîn’

Sîham Silêman a ji bajarê Qamişloyê ku tevli meşê bû, êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd şermezar kir û wiha got: “Em îro ji bo herdu hevalên xwe yên di encama êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan li vê derê kom bûne. Em ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk binesaziya me jî hedef digre, em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku êrîşên li ser welatê me tên kirin bên rawestandin. Em dixwazin li ser axa xwe bi aramî û azadî bijîn. Em bi yek dengî dibêjin bang dikin bila hemû kes li dijî dagirkeriyê rawestin û ji êrişan re bibêjin na.”

Meş bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.