Ji rêxistinên jinên Êzidî pêngaveke nû: “Ji Bo Edalet û Azadî - Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê”
Sazî û rêxistinên jinên Êzidî bi boneya salvegera 12’emîn a Fermana 3’yê Tebaxê daxuyaniyeke hevbeş dan û ragihandin ku heta aqûbeta hemû windayan diyar bibe û edalet pêk bê, ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin.
Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera 12’emîn a fermana 03.08.2014’an ku tê de bi hezaran jin hatin dîlgirtin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku fermana 3’yê Tebaxa 2014’an di bingeh de bi awayekî armanckirî û pergalî li ser jinên Êzidî hatiye meşandin.
Di fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an de gelek jin, keç û zarokên Êzidî hatin dîlgirtin û ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Gelek ji van dîlgirtiyan hatin revandin, kuştin, kolekirin û li bazaran hatin firotin. Bi hezaran jin, keç û zarok bi destdirêjî, tundiya derûnî û fîzîkî re rû bi rû man. Di ser fermanê re 12 sal derbas bûn, lê hîn jî du hezar û 700 mirovên me û bi taybetî jinên Êzidî winda ne. Aqûbeta gelek ji wan jî hîn nayê zanîn.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Yekîtiya Jinên Êzidî-Sûriye (YJÊS), Jinên Êzidî yên Rûsyayê û Jinên Êzidî yên Ermenîstanê bi daxuyaniyeke hevbeş bi dirûşma “Ji bo Edalet û Azadî - Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” pêngavek da destpêkirin. Ev pêngav di 17’ê Tirmehê de dest pê dike û heta Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya 25’ê Mijdarê wê berdewam bike.
Ev pêngav bi daxuyaniya sazî û endamên TAJÊ re hate ragihandin. Daxuyanî li devera Sinûnê ji aliyê Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Riham Hico ve hat xwendin. Riham Hico, beriya dest bi daxuyaniyê bike cangoriyên fermanê bi bîr anî û piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê cangoriyan, daxuyanî xwend.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Ji Bo Edalet û Azadî - Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê”
“Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li dijî civaka me qirkirina fîzîkî û çandî pêk anî. Fermana ku li ser civaka me dan destpêkirin, di bingeh de fermaneke armanckirî û pergalî bû li dijî jinên Êzidî. Di şexsê jinê de xwestin bi Fermana 74’an civaka me li ser rûyê erdê tune bikin. Bi nêzîkbûna salvegera fermanê, ku 12 salên xwe temam dike, em hemû cangorî û qurbaniyên fermanê bi bîr tînin; careke din êş û birînên civaka xwe parve dikin.
Femînîsîd û jenosîd li dijî civaka me berdewam e
Di dîroka civaka me de ew roj wekî Jenosîd û Femînîsîda li dijî mirovahiyê hat nivîsandin. Di sedsala 21’emîn de ev sûcê qirkirinê yê li dijî civaka me hatî kirin, di esasê xwe de sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê, li dijî hebûn, çand, nasname û pîroziyên gelekî bû. Li dijî çanda dayikxwaz sûcekî giran bû ku hîn jî li benda hesabxwestinê ye. Di vê jenosîd û femînîsîde bi hezaran kes hatin kuştin, revandin û li bazaran hatin firotin. Mirovên me yên ji fermanê rizgar bûne jî, bi deh hezaran ji mal, cih û warên xwe hatin derxistin. Bi hezaran jin, keç û zarok hatin revandin, hatin kolekirin û bi destdirêjî, tundiya derûnî û fîzîkî re rû bi rû man.
Heta niha 19 welatan û gelek sazî û rêxistinên navneteweyî fermana li dijî civaka me wek jenosîd bi fermî nas kiriye, lê ev naskirin bi tenê bes nîne. Ev femînîsîd û jenosîd heta niha jî bi gelek şêwazên pergalî li dijî civaka me berdewam dike. Gelek aliyên siyasî û hevkarên vî sûcê giran bi zanebûn armanc dikin ku rastiya fermanê tarî bikin û sûcên hatine kirin bidin jibîrkirin. Ev hewldan li ser her ferdekî civaka me bi rêbazên taybet û zirav tê ferzkirin.
Hîn jî du hezar û 700 mirovên me û bi taybetî jinên Êzidî winda ne
Bi taybetî li dijî jinên ku heta niha rizgar bûne, siyaseteke pir qirêj tê meşandin. Tevî ku 12 sal di ser fermanê re derbas dibin jî, hîn jî du hezar û 700 mirovên me û bi taybetî jinên Êzidî winda ne. Ronîkirina çarenûsa du hezar û 700 mirovên me, wê çarenûsa civaka me jî diyar bike. Ev windahî ne tenê hejmar in; ev jiyan, bîranîn û çarenûsa jinên Êzidî ne ku heta niha bê agahî mane. Malbatên van dîlgirtiyan bi salan e di nav êş, bêhêvîtiyê û bendewariyê de dijîn. Malbatên me yên ku her roj bi hêviya agahiyeke nû radibin, pir caran rastî bêdengkirinê tên. Li gelek welatên Ewropayê jî malbatên ku xwedî kesên winda ne, ji piştgiriya pêwîst a qanûnî, derûnî û civakî bêpar in. Ev rewş êşa wan kêm nake, berovajî wê zêdetir kûr dike.
Heta yek goreke komî li erdê be, em ê ji sûcdarên fermanê hesab bipirsin
Çawa ku 12 sal in em li dîlgirtiyên fermanê dipirsin û ji bo rakirina gorên komî hesab dixwazin, em dîsa dibêjin; Heta windayekî me û goreke komî li erdê be, em ê ji sûcdarên fermanê hesab bipirsin û li hemberî vî sûcê mirovahiyê bêdeng nemînin.
Bi vê berpirsyariyê, em wekî TAJÊ, SMJÊ û hemû sazî û rêxistinên jinên Êzidî, di 12’emîn salvegera fermanê de ji bo jin, zarok û mirovên me yên winda pêngaveke nû bi dirûşma “Ji bo Edalet û Azadî – Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” dest pê dikin. Ev pêngav ji 17’ê Tîrmehê dest pê dike û heta roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, yanî 25’ê Mijdarê, wê berdewam bike.
Destpêkirina pêngaveke wiha di salvegera 12’emîn a fermanê de, em ji bo xwe hem wekî wezîfe û erk dibînin, hem jî biryardariya xwe ya hesabxwestinê tînin ziman. Ev pêngav hilbijartineke bi zanebûn e û ji bo tevahiya jinên ku li dijî bêmafî û sûcên qirkirinê têdikoşin bangek e. Ji ber ku di fermanê de jin, zarok û dayikên me êşên mezin kişandin. Yên ku heta niha jî winda ne, piraniya wan jin û zarok in.
Armanca vê pêngavê meşandina têkoşîna hiqûqî ya hevpar e
Armanca vê pêngavê ew e ku em di raya giştî ya cîhanê de vê rewşa giran a ku civaka me li benda çareseriya wê ye berbiçav bikin û ji bo çarenûsa kesên winda têkoşîneke hiqûqî ya hevpar bidin meşandin. Dîsa ji bo ku em siyaseta li dijî kesên rizgarbûyî tê meşandin vala derxînin û kiryarên ku dixwazin Şengalê ji Êzidiyan vala bikin teşhir bikin, em dest bi vê pêngavê dikin.
Bîranîna jenosîdê tenê bi daxuyaniyan û bi gotinan nayê parastin; ew bi berpirsyarî û bi xebatên şênber tê parastin. Divê sûcdar bên darizandin û hesab ji wan bê xwestin. Ger cîhan li hember vî sûcê giran bêdeng bimîne, wê ev sûc û kiryar li ser tevahiya jinên cîhanê rewa bên dîtin. Îro jî di encama şeran de jin û civak bi xetereya qirkirinê re rûbirû ne. Em dibêjin divê tu jin rastî van hovîtiyên dijmirovî neyê.
Heta ku hemû jinên winda neyên dîtin, aqûbeta du hezar û 700 mirovên me neyê eşkerekirin û edalet pêk neyê, wê têkoşîna me berdewam bike.
Li ser vê bingehî em bang li sazî û rêxistinên jinan ên cîhanê, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, li hemû dewletên ku ferman wek jenosîd nas kiriye, rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, saziyên çapemenî û ragihandinê û hemû kesên ku bi mafê wekhevî û demokrasiyê bawer dikin, dikin ku guh bidin vê pêngavê û erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.”
Ji bo agahiyên berfireh û pişgiriya vê kampanyayê hûn dikarin bi rêya e-nameyê têkiliyê bi me re deynin: