Li Qamişlo bazara berhemên jinan hate vekirin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Ofîsa Jin a şaredariya gel li bajarê Qamişlo bazara berhemên jinan vekir.

Qamişlo –Yek ji destkeftiyên jinan di qada aborî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ew e ku jin bi xweserbûna xwe berhemên keda xwe difroşin. Di sala 2018’an de yekem car bazara jinan bi navê Pepole li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji aliyê Komîteya Aboriya jin a Kongreya Star ve hate vekirin, bi xebatekî têr û tijî jinan dikarîbûn vê sûkê bi rêve bibin. Her wiha di sala 2020’an de li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê ji aliyê Kongreya Star ve cara duyem bazara jinan vebû. Di van bazan de hemû pêdiviyên jiyanî  ji berhemên dest jinan tê de têne firotin. Bi firehbûna projeyên jinan û bi boneya 8’ê Adarê re îro li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Ofîsa Jin a şaredariya Gel bazara berhemên jinan vekirin. Bazar li taxa Arbewiyê a bajarê Qamişlo bi tevlîbûna jinên sazî û dezgehên sivîl hate vekirin. Di bazarê de 14 firoşgeh hene tê de cil û bergên kurdî, berhemên destê jinan, pêdiviyên jiyanî ,tiştên makyacan û gele tiştên din, bên firotin. Bazar ji aliyê Hevseroka Desteya Xwecihî  ya şerdariya bajarê Qamişlo Rîma Romens ve hate vakirin.
Bi şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê re navend, kargeh, dikan û bazarên taybet ji bo pêşkêşkirina berhemên jinan hatin vekirin. Têkildarî vekirina bazarê Rêvebira Ofîsa Jin a Desteya Xwecihî  ya şerdariya bajarê Qamişlo Jîn Bekir axivî. 
Bazara me wê alîkariya hemû jinan bike
Jîn Bekir bal kişand ser armanca vekirina bazarê û ev tişt got: “Ev demeke me pilan kirbû em bazarekê jinan li bajarê Qamişloyê vekin. Bi derketina vîrûsa Koronayê li herêmên me, hindekî projeya me dereng ket, ji ber rewşên qedexeyê û belavbûa vîrûsê hindekî me xebatê wê da sekinandin. Yekem care ku ji aliyê şaredariya Gel ve projeyeke wiha tê vekirin. Di vê bazarê de jin dikarin hemû pêwîstiyên xwe bibînin. Ji ber kirîza aborî ya li herêmê me xwest em alîkariyê bidin jinan hem di aliyê peydakirina derfetên kar de, hem jî di aliyê kirîna pêwistiyan de. Her wiha em dixwazin hemû jin xwedî li ked û berhemên xwe derkevin. Em ê bi vê projeya xwe xizmeta tevahî jinan û civakê bikin.”