Li Pîranê 7 kesên govend digerandin hatin binçavkirin

Li navçeya Pîranê 7 welatî bi hinceta ku li ber stranên kurdî govend gerandine hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Leşkerên dewleta tirk îro di danê sibehê de li navçeya Pîranê ya Amedê bi ser gelek malan de girtin.

Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin. Kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Pîranê.

Hat zanîn ku welatî bi hinceta ku li ber stranên kurdî govend gerandine hatine binçavkirin.