Êrîşên li ser çand û zimanê kurdî li Mêrdînê hat protestokirin

Li Mêrdînê girtina kesên ku bi stranên kurdî govend girtin û tabelaya kurdî ya li ser rê rakirin li Mêrdînê hat protesti kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê me rûmeta me ye. Çanda me hebûna me ye” hat vekirin.

Mêrdîn-Li Mêrdînê Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Karayollariyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Salhîa Aydeniz û Berîtan Guneş Altin jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê me rûmeta me ye. Çanda me hebûna me ye” hat vekirin û dowîzên dirûşmeyên kurdî li ser hatin bilindkirin. 

Li ser navê platformê Aydin Aslan metna daxuyaniyê xwend. Aslan anî ziman ku êrişên li ser kurdî li dijî demokrasî û hiqûqê ne. Aydin Aslan destnîşan kir ku polîtîkayên tên meşandin tu fêdeya wan ji bo aştî û biratiyê tüne ye û got ku jêbirina nivîsên kurdî û rakirina tabelayên kurdî bi tu awayî nayê qebûlkirin. 

Aydin Aslan dawî li daxuyaniyê anî û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku zimanê kurdî û çanda kurdî biparêzin û xwedî lê derkevin." 

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê jî got: "Heya kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê bitêkoşin. Em ê li her kuçe û kolanê her dem û her kêliyê têkoşîna xwe bidomînin." 

Daxuyanî bi çepik, dirûşme û stranên kurdî û govendgerandinê bi dawî bû.