Li peravên Lîbyayê 5 koçberan jiyana xwe ji dest dan

Li nêzî peravên Libyayê 5 koçberên welatiyên Sûriye ji bajarê Nawa yê parazgeha Deraayê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Duh Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li peravên Lîbyayê 5 koçberên ji Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane.

Rewangeha Sûriyê destnîşan kir ku ji nîvê Cotmehê ve 23 koçberên ji gund û bajarokên gundewarê Şamê di keştiya ku 60 kes hildigirt û li derya Sipî ya Libyayê binav bû de jiyana xwe ji dest dane.