Li parêzgeha Silêmanî û Helepçe hezar û 466 zarokên ‘karker’ hene

Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kuwêstan Mihemed, diyarkir ku li Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê 1466 zarokên karker hene.

Navenda Nûçeyan - Li Hewlêrê bi boneya Roja têkoşîna li dijî karkirina zarokan, Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kuwêstan Mihemed daxuyaniya çapemeniyê lidarxist.

Kuwêstan Mihemed diyarkir hêjmara tam ya  zarokên ku li ser cadeyan dixebitin li ber destê wan nîne, lê li Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyan hezar û 466 zarok kar dikin, yan jî tên xebitandin û destnîşan kir ku li gel wezareta navxweyî di nava hewildanan de ne daku hejmara zarokên ku li parêzgeha Hewlêr û Dihokê kar dikin bizanin.

Wezîra Karûbarên Civakî Kuwêstan Mihemed eşkere kir li Silêmaniyê hezar û 10, li Helebce 121, li Raperîn 124 û li Germiyan 211 zarokên karker li wezareta karûbarên civakî hatine tomarkirin.