Li Rojhilat herî kêm 4 jin hatin qetilkirin 4 mirinên bi guman
Rêxistina Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê, ragihand ku di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin, 4 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û 2 jin jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.
					Navenda Nûçeyan – Rêxistina Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, der barê qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistanê de agahiyan parve kir. Li gorî amarên rêxistinê belavkirine, di meha Cotmehê de li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 4 jin hatine qetilkirin û 4 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistinê, diyar kir ku di meha Cotmehê de li Rojhilatê Kurdistanê 2 jin ji aliyê hêzên wezareta Îtlaeta Îranê ve hatin binçavkirin.
Li gorî Rêvebera Rêxistina Parastina Jinan a Atna, Zehra Îftixarzade, di şeş mehên despêkê yên îsal de 63 jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatine qetilkirin.
Divê bê diyarkirin ku gelek bûyerên cînayetê qet nayên vegotin; ji ber zextên siyasî û çandî, bidestxistina daneyên rast ne pêkan e. Hejmarên hatine pêşkêşkirin, tenê bûyerên hatine ragihandin dihewîne.