Li Pakistanê lehî rabû 25 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaleta Hayber-Pahtunhva ya Pakistanê di lehiya ku derket de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û 145 kes jî birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/06/20230611-20230611-690x390cc-pakistan-sel-jpg5fe6d4-image-jpgb0110d-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Li parêzgeha Hayber-Pahtunhva ya Pakistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Rêveberiya Karesatên Parêzgeha Pakîstanê (PDMA) ragihand ku di lehiyê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û 145 kes jî birîndar bûne.