Li Nîjeryayê ji ber şewbê 124 kesan jiyana xwe ji dest dan

Navenda kontrolkirina nexweşiyan a Nîjeryayê, da zanîn ku ji ber şewba menenjîtê 124 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava hefteyekê de 297 bûyerên menenjît hatine tesbîtkirin.

Navenda Nûçeyan-Di daxuyaniya dawî ya navenda kontrolkirina nexweşiyan a Nîjerya (NCDC) de hat destnîşankirin ku di nava hefteyekê de 294 bûyerên şewba menenjîtê tesbît kirine û ji ber şewbê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

NCDC’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji meha Çileyê heta niha ev şewb ji derveyî peytexta welat Abuja belavî 22 eyaletan bûye. Di daxuyaniyê de bi bîr xist ku hejmara bûyerên şewbê gihîştiye 532’an, hejmara kesên ku ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 124 kesan.

Hikumeta Nîjeryayê ragihandibû kubheta sala 2030’an ji bo vê nexweşiyê derbas bikin bi hedefa kureyê ve girêdan. Menenjît ji mejî dest pê dike û hemû laş dixwe bin bandora xwe û bi riya hewayê jî dikare belav bibe.