Li Nîjeryayê 117 zarok ji ber şewba dîfterî jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Yoba ya Bakur Rojhilatê Nîjeryayê 117 zarok ji ber şewba dîfterî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Dîrektorê Ajansa Xizmetên Tendirustiya Navneteweyî ya Nîjerya (NPHCDA) Faisal Şuaib der barê şewba dîfterî ya ku li welat zêde bûye daxuyanî da û diyar kir ku li eyaleta Yobe 796 bûyerên şewba dîfterî  hatine dîtin, ji ber vê şewbê 117 zarok jiyana xwe ji dest dane.

Banga derzîlêdanê

Faisal Şuaib destnîşan kir ku dîfterî nexweşiyeke ku ji serdemên kevin ve maye û bi derzîlêdanê dikare rê li ber mirinê bigre û wiha got: “Ev nexweşî di van demên dawî de ji ber kêmbûna rêjeya derzîlêdanê bûye şewb. Ji ber vê jî ez banga derzîlêdanê li hemû kesan dikim.”

Di 10 mehan de zêdeyî 450 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Nîjeryayê ji Kanûna 2022’an ve zêdeyî 7 hezar bûyerên dîfterî hatin tesbîtkirin û heta niha zêdeyî 450 kesan jiyana xwe ji dest dane. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di çarçoveya têkoşîna li dijî şewbê de 9.3 milyon doz derziyan şandine Nîjeryayê.

Dîfterî di encama mikroorganîzmaya bi navê “Corynebacterium diphtheriae” bi cihbûna qirik, poz û çav û çerm derdikeve holê. Dîfterî dûre vediguhere, nexweşiyeke ku rê li ber mirinê vedike. Ger nexweşî derbas bibe, metirsiya dubarebûnê heye.