Li Cezayîrê li dijî tundiya li ser jin û zarokên xwedî pêdiviyên taybet xebat

Li Cezayîrê bi projeya "Maf, Rêzgirtin û Wekheviya Ji bo Jinên xwedî Pêdiviyên Taybet" dê bi balkişandina li ser tundiya li ser jin û keçên xwedî pêdiviyên taybet li malê, malbatê, li kolanan, çalakiyên hişyariyê bên lidarxistin. Li Cezayîrê bi projeya "M

NECWA RAHIM

Cezayîr – Federasyona Astengdaran a Cezayîrê li Enstîtuya Tenduristiya Gel a Cezayîrê bi projeya "Maf, Rêzgirtin û Wekheviya Jinên xwedî Pêdiviyên Taybet" komxebatek li dar xist. Piştî komxebata ku duh hat lidarxistin, Koordînatora Projeyê Amîna El-Awad der barê projeya ku ji aliyê Balyozxaneya Kanada ya li Cezayîrê ve tê fînansekirin de agahî da.

'Armanc ew e ku tundiya ku li dijî wan tê meşandin bê eşkerekirin'

Amîna El-Awad diyar kir ku nêzî salekê ye li ser vê projeyê dixebitin û diyar kir ku di projeyê de dê ji bo jin û keçên xwedî pêdiviyên taybet piştgirî were dayîn. Amîna El-Awad diyar kir ku proje ji aliyê Balyozxaneya Kanadayê ya li Cezayîrê ve tê fînansekirin û wiha got: “Armanca vê projeyê ronîkirina tundiya li hemberî jin û keçên xwedî pêdiviyên taybet e. Ji ber ku 'tundiya' ku jin û keçên xwedî pêdiviyên taybet di civaka Cezayîrê de rû bi rû dimînin di nav mijarên tabû û bêdengiyê de ye, me biryar da ku em li ser şîdetê nîqaş bikin."

'Bê ku em li asta astengiyan binêrin em ê jin û zarokên keç biparêzin'

Amîna El-Awad destnîşan kir ku proje dê du qonaxan be û wiha got: “Di qonaxa yekem a projeyê de dê hesasiyet, hişyarî û xebatên komî bi komeleyên jinan ên ku mafên jinan diparêzin berdewam bikin. Em ê jin û keçên xwedî pêdiviyên taybet ên ku li malê, malbatê, li kolanan û heta li cihê kar rastî tundiyê tên, bêyî ku asta astengiya wan a bedenî û derûnî hebe, biparêzin. Di qonaxa duyemîn a projeyê de, ji bo jinên beşdarî Federasyona Kesên xwedî Pêdiviyên Taybet ên Cezayîrê bibin, ji bo xurtkirina şiyana xwe, pêşdebirina şareza û xwebaweriyê dê çalakî bên lidarxistin. Di vê wateyê de wê feydeya jinê hebe. Jin wê bi şert û mercên cuda re li ber xwe bidin û şîdetê qebûl nekin.”

 'Ji bo mafên xwe hîn bibin dê çalakiyên perwerdehiyê bên kirin'

Amîna El-Awad diyar kir ku di çarçoveya projeyê de dê gelek çalakiyên perwerdehiyê bên kirin ku dê jin û zarokên keç xwedî pêdiviyên taybet fêrî hemû mafên xwe bibin. Amîna Al-Awad anî ziman ku dê li gel vê hîn xebatên ku piştgirî bide pêvajoyên perwerdeya takekesî û xwe bawerbûna wan zêde bike bên meşandin û destnîşan kir ku dê proje piştgiriyê bide 30 jinên xwedî pêwistiyên taybet.