Li nexweşxaneya Çabaharê krîza pergala tenduristiyê giran dibe
Ji Nexweşxaneya Îmam Elî ya Çabaharê dîmenên têkçûyîna pergala tenduristiyê. Nexweşên ku di nav germahî û bêderfetiyê de ne li bende xelasiyê ne. Nexweş li şûna dermanan bi gemarî û kavilan re rû bi rû mane.
Navenda Nûçeyan – Li gor nûçeyên hatine belavkirin, dîmenên ji Nexweşxaneya Îmam Elî ya Çabaharê hatine, carek din bal kişandin ser rewşa binesaziya tenduristiyê li Sîstan û Belûcistanê. Dîmenên hatine parvekirin, kêmaniya pergalên sarkirinê, li hin beşan nebaşbûna şert û mercên paqijiyê û tevliheviya li baxçeyê nexweşxaneyê raxist ber çavan. Li gorî nexweş û refaqatvanên wan, vê rewşê pêvajoya dermankirinê zor kriyê û fikarên li ser kalîteya xizmetên bijîşkî û pabendbûna bi pîvanên tenduristiyê zêde kir.
Li gorî raporên hatine weşandin, dîmenên ku tê îdiakirin ku ji hêla welatiyek Belûc ve di 11’ê Tîrmeha 2026’an de hatine tomarkirin, rewşa hin beşên Nexweşxaneya Îmam Elî li Çabaharê nîşan didin.
Ji ber nebûna amûrên sarkirinê rewşa nexweşan ne başe
Li gorî van nûçeyan, nexweşên li beşên hundir ên nexweşxaneyê ji ber germahiya zêde û kêmaniya alavên sarkirinê an jî kêmbûna van pirsgirêkan dijîn. Çavkaniyên herêmî her wiha diyar kirin ku zêdebûna germahiya qadê ji bilî nerazîbûna nexweşan û refaqatvanên wan, bandorê li rewşa fîzîkî ya nexweşan, bi taybet extiyar, zarok û hin nexweşên din dike. Rafaqatvanên nexweşan derfetên nebaş, şert û mercên paşguhkirî yên beşên nexweşxaneyê rexne kirin.
Di beşa şewatê de kêmasiyên paqijiyê û xetereya enfeksiyonê
Li gorî dîmen û raporên hatine weşandin, di zemînên beşa şewatê ya nexweşxaneyê de lekeyên xwînê tên dîtin. Çavkaniyên herêmî her wiha ragihandin ku li hin beşan germahiyên zêde, qerebalixî, hewakirina nebaş û bêhnek nexweş heye. Van raporan, bi taybet derbarê pabendbûna bi prensîbên kontrolkirina enfeksiyonê di beşa şewatê de, paqijiya qada dermankirinê, şert û mercên lênêrîna nexweşan de fikar zêde kir.
Xebatên avakirinê tevgera nexweşan zor dike
Di dîmenên hatine weşandin de nîşan didin ku nexweş û refaqatvan dema serdana nexweşxaneyê dikin di heman demê de xebatên avakirinê li ser axa nexweşxaneyê jî didomin. Li gorî hin welatiyan, kombûna materyalên înşaetê û berdewamiya xebatên înşaetê di dema serdanên nexweşan de, rêwîtiya nexweşan zor dike û ji bo extiyar û kesên ku tevgera wan kêm e pirsgirêkên zêde diafirîne.
Banga ji bo çareseriya bilez
Li gorî raporên hatine belavkirin, hejmarek ji welatiyan û xizmên nexweşan bang li rayedarên Zanîngeha Zanistên Bijîşkî û rêveberiya nexweşxaneyê kirine ku çareseriyan ji bo pirsgirêkên binesaziyê, tenduristî û xizmetên vê navenda bijîşkî bibînin.
Destnîşan kirin ku nexweşxane, wek yek ji navendên sereke yên tenduristiyê yên herêmê, divê pîvanên herî kêm ên tenduristî, sarbûn û refahê bicîh bîne û nexweş ne tenê divê ji nexweşiya xwe baş bibin, di heman demê de ji derfetên bingehîn bêpar nemînin an jî di şert û mercên ne guncaw de nemînin.