Li Misrê zagonek nû ya girêdayî rewşa kesayetiyê li benda erêkirinê ye
Hikumeta Misrê pêşnûmeya Zagona Rewşa Kesayetî ya nû ji bo erêkirinê şand Meclisa Parlîmanê.
Navenda Nûçeyan – Zagona nû ya Rewşa Kesayetî ku di mijarên weke zewac, berdan û xercî de guhertin têne çêkirin li Meclisa Parlîmanê li benda erêkirinê ye.
Di 3 yê çile de hejmarek ji zagonsanzan hin qanûn eşker kirin û gotin ku ew hewl didin hevsengiya jin û mêran bi diyarkirina berpirsiyariyên her du aliyan hevseng bikin.
Zagona nû mafê xwedîkirina zarokan piştî dayikê di pileya duyem de dide bav, qanûna heyî mafê xwedîkirina zarokan dide dayikê û xizmên wê. Hevjînên ku ji hev vediqetin û zarokên wan ne li gel wan be, dikarin zarokên xwe di mêvanperweriyê de bibînin. Zagona di meriyetê de mafê xwedîkirina zarokan tevahî dide dayikê û dihêle ku bav di nav hefteyê de çend demjimêran zarokên xwe bibîne.
Li gorî vê qanûnê, tevî ku dê û bav ji hev veqetiyabin jî berpirsyariya mezinkirina zarokan li ser milê wan e. Di nivîsa yek ji bendên zagona nû de heger bav nehêle ku dayik zarokan bibîne tê cezakirin. Yek ji girîngtirîn xalên ku bi qanûna nû hatî çareser kirin û derbasbû ye ku bi salan di dadgehan de derbas nabe.
Qanûna heyî ji sala 1920'an û vir ve di meriyetê de ye û hêvî dikin ku qanûna nû dê gelek valahiyan ji holê rabike. Gelek pirsgirêkên malbatê biqedîne û xwedîderketina li zarokan misoger bike.