Li Mexribê semînera “Jin di siyasetê de riya ber bi wekheviyê ye hat lidarxistin
Li Parlamentoya Mexribê semînerek bi sernavê "Jin di siyasetê de: Rêya ber bi wekheviyê ye" hat lidarxistin. Di semînerê de parlamenterên Mexribê û hempîşeyên wan ên ji meclisa parlamentoyê jî amade bûn.
Mexrib- Li Parlamentoya Mexribê û Meclisa Parlamentoyê ya Konseya Ewropayê, 13’ê Tîrmehê, li paytext Rîbat, semînerek li ser mijara "Jin di siyasetê de: Rêya ber bi wekheviyê ve ye" hat lidarxistin. Di çarçoveya projeya "Hêzdarkirin Rola Parlamentoyê di Hevgirtina Demokrasiyê de li Mexribê" ji 2020 heya 2023’yam dirêj dibe.
Di semînera ku li baregeha Parlamentoya Mexribê hat lidarxistin de, parlamenterên Mexribê û hempîşeyên wan ên ji Meclisa Parlamentoyê ya Konseya Ewropayê, bi taybetî endamên Komîteya Wekheviya Zayendî û Komîteya Koçber, Penaber û Kesên Koçber, serokên rêxistinên jinan, ên di partiyên ramyariyî yên li parlamentoyê temsîl dikin û pisporên navneteweyî beşdar bûn.
Projeya "Bihêzkirina Rola Parlamentoyê di Hevgirtina Demokrasiyê li Mexribê" de ku ji hêla Yekitiya Ewropayê ve dirav jê re hat dayîn û ji hêla Konseya Ewropayê ve hate cîbicîkirin, armanc dike ku piştgiriyê bide hewlên herdu civatên Parlamentoya Mexribê. Di pêkanîna erkên xwe de, baştirkirina performansa wan û her wiha vebûna wan ji hemwelatiyan re. Proje girîngiyê dide sê xalên sereke. Piştgirîdayîna hewlên Parlamentoya Mexribê da ku polîtîkayên giştî yên hikûmetê bişopîne, xurtkirina demokrasiya parlamentoyê, xurtkirina dîplomasiya parlamentoya Mexribê û xurtkirina diyaloga parlamentoyê ya di navbera Parlamentoya Mexribê û hempîşeyên wê yên ji welatên cîran de.
Mexribê gelek mekanîzmayên zagonî pejirandiye
Serokê Meclîsa Nûneran, Hebîb El Malikî, got ku Mexribê gelek mekanîzmayên yasayî pejirandiye, tê de mekanîzmaya cudakariya erênî hene da ku bi hebûna jinan re di saziyên hilbijartî de û di saziyên cibicîkar de gav bavêje.
Li aliyê din, Seroka Encûmena Niştimanî ya Mafên Mirovan, Emîna Boeyaş got ku pirsgirêka jin, siyaset û riya wekheviyê bi xwenîşandanên bilez tê taybetmendîkirin, nemaze ji ber ku qeyrana pandemiyê li ser siyasetan gelek encamên neyînî çêkiriye û gelek astengiyên ku nahêlin jin bikevin meqamên berpirsiyariyê afirandiye.
Emîne Boyeaş got ku ev civîn dê di raberkirina pirsgirêkê de, di pêvajoya pêşvexistina pirsgirêkên wekheviyê de û çareserkirina wê bi nûnertiya saziyan re, asoyên din vebike.
Encûmen, ji ber nîqaşa giştî ya heyî li ser sûdên pêşerojê û pejirandina pêşnûmeyên nû yên hilbijartinê ku temsîla jinan hê jî kêmî ji % 30 ye, biryar da ku ji destpêka Adara 2021’ê ve, bi organîzekirina civînên herêmî û navneteweyî, nîqaşek giştî li ser karîgeriya wekheviyê di warê siyasî de bide destpêkirin.
Li aliyê din Sefîra Yekitiya Ewropayê ya Mexribê, Claudia Wiedey got ku heke li seranserê cîhanê hejmara parlamenterên jin ji her demê zêdetir bên hilbijartin jî Ii vir xuya dike ku wekhevî armancek dûr dimîne. Piştî hilbijartinên ku di sala 2020’an de hatine çêkirin, rêjeya jinên parlamenter li cîhanê gihîşt ji sedî 25, 5 ku ev rêje hîn jî ne têrker e ji bo hebûna dilxweş a jinan di saziyên nûner û navendên biryarê were misogerkirin.
Bi saya kotayê ji sedî bîst parlamenter jin in
Claudia Wiedey diyar kir ku li Mexribê, bi saya pejirandina pergala kotayê, ji sedî 20’ê parlementeran jin in. Ev tedbîrên ku cudakariya erênî armanc dikin û bi pirsgirêk dimînin di diyalogên me yên beşan de bi sînor dimîne.
Beşdarvan teqez kirin ku pêdivî heye bêtir li ser nirxandina tevkariya koçberiya jinan di nav siyaset û qadên giştî de were sekinandin.
Hêjayî gotinê ye ku Mexribê di 2002’yan de mekanîzmayên qanûnî û teşwîqê pejirandibû ku bi vî rengî dibe hêdî hêdî hejmara jinan li parlamento û dezgehên hilbijartî yên herêmî zêde bibe. Lê belê, ev hêj negihîştiye yekbûna prensîba wekheviya zayendî di nûnertiya dezgehên hilbijartî û bi taybetî di girtina meqamên biryarê de, wekî di Destûra Mexribê ya sala 2011’an de hat behskirin.