Li Mexribê li dijî tundiya dîjîtal banga pêşîgirtinê hat kirin
Jinên aktîvîstên mafên mirovan ên diyar kirin li Mexribê 1,5 mîlyon jin rastî tundiya dijîtal tên, bangkirin ku ji kiryaran re cezayên bibandor bên dayîn û xwestin rêxistinên civaka sivîl jî rola dikeve li ser milê wan bilîzin.
HANAN HARITE
Mexrib- Seroka Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hevwelatîbûnê ya Buşra Abdo û Koordînatora Navenda Guhdarîkirina Jinên Mexdûrên Tundiyê Şaîma Wehb, bal kişandin li ser tundiya dijîtal a li Mexribê li dijî jinan tê jiyîn.
'Encamên tundiya dijîtal zêdetir giran dibe’
Seroka Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hevwelatîbûnê ya Bûşra Abdo, diyar kir tundiya dijîtal yek ji cureyê tundiya herî xeternake ku jin rastî tên û wiha got: “Tundiya dîjîtal mexdûran mehf dike û dibe sedema windakirina kêfa jiyankirina wan û ber bi bêhevîbûnê re biçin. Rêjeya bandora sûcên bi nav û nasnameyên rast hatine kirin li ser mexdûran nayê zanîn û ev yek carna ji ber tirsa demxekirin, cudakarî an jî bêbextî ku mexdûr an jî malbata mexdûr pê re rû bi rû bimîne, dibe xwe kuştinê.”
'Malbat jî rasterast bandor dibin'
Bûşra Abdo, destnîşan kir ew bawer dike ku ji holê rakirina cureyên din ên tundiyê yên ku jin rastî tên, ji xurtkirina pozîsyona wan ya di civakê de û xurtkirina wan a aborî derbas dibe. Bûşra Abdo wiha got: “Ger jina rastî tundiya dijîtal tê bixebite, dibe ku karê xwe winda bike û dahata wê kêm bibe. Ger mexdûr jinekî ku piştgirî dide malbatê be, ji ber rast hatina sûcên bi vî rengî tê û neparastina xwe pirsgirêk hîn zêdetir mezin dibe. Rewşa aborî ya malbatê zehmet dibe û rasterast bandorê li zarokan dike.”
'Jin bêdeng dimînin'
Bûşra Abdo, xwest kesên rastî tundiya dijîtal tên kiryaran gilî bikin û wiha berdewam kir: "Piraniya mexdûran ji ber sedemên curbecur û li hev nakin bêdeng dimînin û dev ji şopandina kiryaran berdidin. Divê ji bo jin û zarokên keç ên mexdûrên tundiya dijîtal di vî warî de bên piştgirî kirin. Divê ji bo parastina wan hay jê hebûnên qanûnê bên avakirin. Ger fêmbikin ku qanûn ji bo parastina wan e û yên li dijî êrişkeran rawestin hebin, teqez dê giliyê bikin. Piraniya wan ji ber tirsa demxekirina malbata an jî civakê gilî nakin. Sedemek din jî ji gefên kiryar çavkanî digre. Ev hemû li pêşiya jinan asteng e. Herwiha j xala 490 a têkiliyên li derveyî zewacê sûc dihesibîne jî ditirsin. Komele, hewil dide bêdengiya jinên rastî tundiya dîjîtal tên bişkene û dide diyar kirin ku divê ji ber vê xalê netirsin."
Ji bo jinan proje
Bûşra Abdo, derbarê sepana elektronîkî ya ku komele di çarçoveya projeya "Banên Tundiya Dîjîtal" pêşdixe de jî diyar kir sepaneke nûjen e ku daxistin û bikaranîna vê hesan e û ji bo mexdûrên tundiya dijîtal û gihandina giştî ya înternetê hatiye çêkirin. Bûşra Abdo, van agahiyan parve kir: "Ji bo bikarhêneran, ji bilî nav, hejmar û navnîşanên agahdariyên dewlemend û pratîkî ku di nav de metnên qanûnî, bend, prosedurên qanûnî heye, pêşkeş dike. Ji bo jinan hin îpuciyên kêrhatî pêşkêş dike. Ji mexdûran re diyar dike ku dê çawa ji tundiya dijîtal xilas bibin û misoger dike ku bi alîkariya komele giliyên xwe bikin.”
'Mexdûran întîxar dikin’
Bûşra Abdo, der barê giringiya eleqederbûna mexdûrên tundûtûjiya dijîtal de jî, dest nîşan kir di dadgeh, bunyeyên polîsên adlî û klînîkan de erkdarên ku ji bo mexdûran re eleqeder bibin hemû tiştê dikin hene. Bûşra Abdo, hîn statîstîkên fermî yên ku nîşan didin 1.5 milyon jinên Mexribê rastî tundiya dijîtal tên kirin eşkere kir, da zanîn ji sedî 87’ê jinan ji ber belavbûna wêne û vîdeoyên wan yên li seranserê medyaya dijîtal rastî îftirayê hatine, hewl dane xwe întîxar bikin û dawî li jiyana xwe anîne.
‘Divê qanunên parastinê derkeve’
Buşra Abdo, axaftina xwe wiha berdevam kir:”Divê derbarê jinên mexdûrê tundiya dîjîtalê qanûnek parastinê derkeve. Zagona hejmara 13-103 ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, behsa cureyên din ên tundiyê dike, lê belê pênaseyeke zelal a tundiya dijîtal nîne. Yanî behsa tundiya dîjîtalê dike bes mile wê ya kêm heye. Kêmasî, valatî û her wiha bêcezakirina cûrbecûr tundiya li dijî jinan, di nav de şîdeta elektronîk, hêza têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê jî sînordar dike. Em dibinin ku ji bo parastina jinan qanûna bingehîn hebe jî di jiyanê de cîh nagre. Ji bo parastina jinên rastî îstîsmarê hatine û hêsankirina prosedurên zagonî divê tedbûrên baştir ji bo pejirandina proseduran werin girtin. Wekî din jî ji bo kontrolkirina pêkanînên jirêderketî yên di medyaya dîjîtal de divê tedbîrên zagonî û prosedurî werin girtin. Ez bang dikim ku li ser navê hesasiyet û hişyariyê cezayên astengkirinê bên dayîn, bi pênaseya zelal a tundiya dîjîtal aliyê hiqûqî were xurtkirin û hemû sazî, jin û mêrên ku ji mijarên mirovahî bawer dikin, bi hev re têkevin nav hewl danê. Divê mijara tundiya dîjîtal di raya giştî de were belavkirin, nîqaş were kirin û tedbir were girtin.”
‘Tundiya dîjîtal her ku diçe belav dibe’
Kordînator Şaima Wahb diyar kir ku di salên dawî de ji ber pêşketina ragihandina bi rêya dîjîtal medya tundiya dijîtal bi asteke mezin derketiye holê. Şaîma Wehb diyar kir ku bi jinên mexdûrên tundiya dijîtal re hevdîtin hatine kirin û wiha got: “Li navendên guhdarkirinê pisporên jin û mêr ên di warê tundiya dijîtal de piştgiriya derûnî û zagonî didin jinên ku rastî tundiya dijîtal tên. Herwiha di saziyên perwerdehiyê de yekîneyên din jî hene ku li derveyî navendê dixebitin da ku hişyariyê bidin metirsiyên tundûtûjiya sîber.”
'Jin di demeke dirêj de pirsgirêkên derûnî dijîn'
Şaîma Wehb amaje bi wê yekê kir ku derketina vê cureyê tundiyê hê jî di nava civakê de pirsgirêkek e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji sedî 80’ê jinan vê tundiyê ji rayedaran re ranagihînin. Digel vê yekê, ew dibe sedema travmaya derûnî a ku ji holê rakirina wê dijwar e. Dema jinên mexdûr tên navenda guhdarkirinê, bi bêbaweriya derdora xwe û rewşeke ne aram tên. Divê civaka sivîl di çareserkirina pirsgirêkên jinên mexdûrên tundiyê de roleke girîng bilîze. Ji ber ku jinên ku rastî tacîza elektronîkî tên di demeke dirêj de pirsgirêkên derûnî dijîn. Ji bo pêşîgirtina li tundiya dîjîtal, divê cezayên astengkirinê ji sûcdaran re bên dayîn. Ji bo dawî li vê cureyê tundiyê bê ku jiyana jinan wêran dike, divê jinên mexdûrên tundiya dijîtal bêdeng nemînin û biçin yekîneyên ewlehiyê û sûcdaran ragihînin."