Li Mexribê jin şeva erdhejê jî bi tundiyê re rûbirû hatin
Komeleya Jin û Zarokan a Nakhîl ku salên dirêj e li Marakeşê li dijî tundiya zayendî ya civakî têdikoşe, bi derfetên weke 'Navendên Guhdarkirinê’ û 'Xeta Kesk' ji bo parastina jinan a ji tundiyê xebatên piralî bi jiyanî dike.
RAJA KHAYRAT
Marakeş - Komeleya Jin û Zarokan a Nakhîl ku di sala 1997'an de li bajara Marakeş a Mexribê hat avakirin, bi rêya 'Navendên Guhdarkirinê' yên li 7 bajarên Herêma Marakeş-Safî cih digrin, malek stargeha jinan ava kir. Komeleya Jin û Zarokan a Nakhîl ku bi jinên mexdûrên tundiyê re mijûl dibe û xizmetên rêberî û şêwirmendiyê yên yasayî dide, her wiha hewl dide piştgiriya derûnî jî bide jinan. Komelê, her wiha di nava torek neteweyî ku ji bo teşvîkkirina lênêrîna jin û zarokên mexdûrên tundiyê bi awayekî periyodîk kom dibe de jî cih digre. Komele her wiha li dijî yasa û polîtîkayên cihêkariyê jî bi rêxistinên din ên li welet re bi awayekî hevpar têdikoşe.
Berpirsa Navenda Guhdarkirina Komeleya Jin û Zarokan a Nakhîlê Nadîa Boussouf, diyar kir li dijî tundiyê gelek qanûn hene, lê tevî vê yekê jî di qanûnan de gelek valatî hene. Nadîa Boussouf, da zanîn ew dozên tên navendên guhdarkirinê kontrol dike û wiha got: “Em ji feraseta mêrsalar bi gelek zextan re rû bi rû ne. Hin jin tevî ku rastî tundiyê tên jî gilîkirina vê red dikin û dema em ji wan dixwazin serî li dozgeriyê bikin qebûl nakin. Di nav sedemên redkirina jinan de bi gelemperî zarok û statûya hiqûqî ya mêran heye.”
Piştgirî didin jinên bi tundiyê re rûbirû tên
Nadîa Boussouf, anî ziman weke komele hewl didin jinên ku bi tundiyê re rûbirû hatine di mijara gilî kirinê de îqna bikin û wiha got: “Destpêke em belgeyên tenduristiyê yên ku îspat dikin rastî tundiyê hatine, bi dest dixin. Piştre jî ji bo gilî kirinê îqna dikin. Em wan razî dikin ku gilî bikin. Em hewl didin tesbît bikin ka rastî êrîşa zayendî hatine an na. Lê jin bi giştî ji ber ku ji hevjinên xwe ditirsin gilîkirina yekîneyên ewlehiyê direvin. Xebatkarên navenda guhdarkirinê, ji jinên rastiyê dibînin re encamên jinên ji ber tundiyê neçin nexweşxaneyê an jî gilî nekirin derdikevin hole vêdibejin. Wekî mînak jinên ku di encama tundiyê de naçin nexweşxanê, dibe ku piştre rastî seqetîyên daîmî û birînên laşî were. Ji ber vê sedemê, xebatkarên navenda guhdarkirinê, jinên mexdûrên tundiye îkna dikin ku biçin nexweşxaneyan û raporek bijîşkî ya ku tundiya rastî hatine îspatkirin, bistînin. Jina ku rapora wê ya nexweşxaneyê hebe dikare bi awayekî qanûnî mafên xwe baştir biparêze. Rapor ji bo wergirtina hemû mafên xwe pozîsyona wê ya hiqûqî bihêz dike. Dema di dozê de lihevnekirinek bibe, tezmînat girtin û hev berdan hesantir dibe.”
Piştî şewbê tundî zêde bû
Nadîa Boussouf, da zanîn jinên rastî tundiyê tên, ditirsin ku ger hevjînê wan bikevin girtîgehê û dema derkevîn tola xwe hilînin û ji ber vê yekê jî jin gelek caran tundiyê nabêjin û bêdeng dimînin. Nadîa Boussouf, balkişand ku piştî şewba Kovîd-19’ê tundiya li ser jinan zêde bûye û da zanîn jin di encama tundiyê de rastî pirsgirêkên derûnî tên. Nadîa Boussouf, diyar kir jin herwiha bi tundiya civakî-aborî re jî rû bi rû dimînin û diyar kir piştî vê tundiyê fîzîkî û hiqûqî tê. Nadîa Boussouf, balkişand li ser tundiya dîjîtal a ku di demên dawî de zêde bûye jî.
Jin di şeva erdhejê de jî bi tundiyê re rûbirû hatin
Nadîa Boussouf, bal kişand ku jinên mexdûrên tundiyê bi rêya "Xeta Kesk" tundiya rastî yên ji navendên guhdarkirinê re ragihînin û wiha got: "Zarokên ku di dema pandemiyê de li ser înternetê perwerde ditîn, di vê demê de fêrî bikaranîna înternetê bûn. Bi vî awayî gelek zarokan rewşa dayikên xwe yên ku rastî tundiyê tên, bi telefona jimareyên torê ragihandin. Ji aliyê din, erdheja ku di mehên borî de pêk hat, bandoreke mezin li parêzgeha Al Haouzê kir. Em bi xeta 3 reqeman ku me diyar kiribû xwe gihand jinên ku li herêmên çiyayî ji ber xerabûna rêyan rastî tundiyê hatin. Hin jin di şeva erdhejê de ji aliyê hevjinên xwe ve ji malên xwe hatin avêtin û di konên xwe startin de jî nehatin qebûl kirin. Jinên mijara gotinê biryara hevberdanê girtin, ji ber ku êdî tiştekî ku windabikin nemabû.”
Nadîa Boussouf, diyar kir ji bo jinên ku ji aliyê hevjinên xwe ve ji malê hatine avêtin, qadên stargehbûne avakirine û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji ber ku nikarin biçin cem malbatên xwe yên li herêmên dûr. Ger zarok hebin ev rewş zehmettir dibe. Em dixwazin polîtîkayên kamûyê ku parastina yasayî ji jinan re misoger bike, navendên stargehê peyda bike û şikestin, xizanî û tiryak kêm bike, bi awayekî berfireh pêkbînin.”